EHMED REŞÎD / ANHA / EFRÎN


Hikmet Hesen ji zarokatiya xwe ve bi mûzîkê ve hate girêdan, tevî hemû kêmderfetiyan û rewşa xizaniyê karibû hemû astengiyan li pey xwe bihêle û bi xwe fêrî amûra muzîkê ya elektronîk, keyboardê bibe.

Ciwanê bi navê Hikmet Hesen, ku bi navê Hikmet Mîlan tê nasîn sala 1980’yî li gundê Aşka rojava yê ser bi devera Cindirêsê ya Kantona Efrînê ji dayîk bûye.

Ji amûra keyboardê hez dike, tevî ku ji çanda civaka Kurdî dûr e. 

Hikmet Mîlan ji zarokatiya xwe ve ji amûra keyboard hez dike, ji ber kêmderfetan û rewşa xizaniyê nikaribû amûreke xwe ya keyboardê bikire û fêrî wê bibe, di encamê de di şeş saliya xwe de berê xwe da amûra tenbûrê û fêrî wê dibe. Lê girêdan û hezkirina wî ji keyboardê re dewam kir. Mîlan her tim serdana hevalên xwe yên ku keyboarda wan hebû, dikir û carinan amûra hevalên xwe dianî mala xwe û fêrî lêdana keyboardê dibû, lê malbata wî ji vê amûrê hez nedikir.


Afirîneriyê nihêrîn guhertin

Hikmet Mîlan bi israr hewl dida fêrî keyboardê bibe û vê yekê hişt ku bala malbata xwe û bi taybet bala bavê xwe bikişîne. Di encamê de nihêrîna malbatê hêdî hêdî guherî. Piştre bavê wî amûreke keyboardê jê re kirî û wî jî dest bi xwefêrkirinê kir. Hikmet Mîlan cara yekemîn sala 1997’an derket ser dikê û beşdarî şahiyên dawet û zemawendên herêmê bû.


Bê alîkarî fêrî keyboard dibe

Derbarê mijarê de Hikmet Mîlan behsa astengiyên rastî wan hatî kir û got: “Di destpêka riya min a hunerê de ez bi dijwarî fêrî lêxistina amûrên muzîkê dibûm, nemaze ji ber rewşa aborî ya malbata min gelekî zehmet bû û di encamê de ez rastî gelek astengiyan dihatim. Dema ku bavê min keyboardek ji min re kirî, kesekî ku min fêrî lêxistina keyboardê bike li derdora min tine bû, min jî bi xwe dest bi xwefêrkirinê kir.”



Di xebatên Çand û Huner de de cih digire

Hikmet Mîlan beriya aloziya Sûriyeyê li bajarê Helebê dijiya, piştî ku şerê navxweyî li Sûriyê dest pê kir û rewşa ewlehî li bajarê Helebê dijwar bû, sala 2013’an vegeriya bajarê Efrînê û tavilê beşdarî nava xebatên şoreşa Rojava bû. Mîlan di destpêkê de beşdarî xebatên amadekirina navenda Çand û Huner a bajarê Efrînê dibe û bi kêmderfetên xwe “tomargehekê” ava dikin.

Mîlan derbarê wê qonaxê de jî dibêje, “Min riya xwe ya hunerî li Efrînê dewam kir. Piştî ku ez ji bajarê Helebê vegeriyam tavilê ez beşdarî nava xebatên Çand û Huner ya bajarê Efrînê bûm. Me bi hevkarî tevî hemû kêmderfetiyan zemîna navenda Çand û Hunera Efrînê ava kir.”

Ji destpêka avakirina tomargehê ve heta niha Hikmet Mîlan nêzî 150 stran tomar kirine û pirraniya wan stranên şoreşgerî û yên girêdayî berxwedana YPG’ê û YPJ’ê bûn.

Mîlan di dewamê de diyar dike ku ew pirraniya dema xwe li stûdiyo dibihurîne û gelek caran heta nîvê şevê xebatên xwe dimeşînin.


‘Divê her hunermendek xwe bispêre nirxên şoreşê’

Hikmet Mîlan di dawiya gotinên xwe de dibêje, piştî destpêkirina şoreşa Rojava êdî derfet ji her hunermendekî re hene ku asta çand û hunerê civaka xwe bilind bike û wiha dipeyive: “Di serdema rêjîma Baasê de çand û hunerê Kurdî qedexe bû û xebatên çandî gelekî bi zehmetî dihatin meşandin. Lê niha piştî serketina şoreşa Rojava êdî derfet ji her kesî re vekirî ye ku çanda xwe vebêje û biparêze. Divê hunermend jî bi berpirsyarî nêzî mijara çand û huner bibin û xwe bispêrin nirxên şoreşê da ku çanda xwe ji bişaftinê biparêzin.”

Hêjayî gotinê ye ku Hikmet Mîlan beşdarî gelek mihrîcanên hunerî û folklorî yên li herêma Efrînê bûye.