Meha Hezîranê, meha komkujiyan û dardekirinan e, yanî ji bo Kurdan dîroka waweylê ye!...
Di vê meha balkêş de, ala evîna Kurdan ya aştiyê jî, di qada herî jor de dibalive. Aştî xweş e û rûmet e. Lê kesî di hawarê de aştî pêk neaniye. Di hawarê de aştîxwazî pejirandina têkçûnê ye.
Nivîskarên Tirk dema sunda berî bîst salan de, Leyla Xanim di kevçiyek av de difetisandin. Piştî hevdîtina bi Erdogan re, weke Garry Adamsê Kurdan bi nav kirin. Balkêş e, piştî civîna çapemeniyê jî, helwesta wan car din û di çarçoveya îdeolojiya fermî ya dewletê û nijadperestiya Tirkîtiya îşkdayî de hate guhertin û êrîşî Leyla Xanim kirin. Gelo Leyla Xanim, çima xwe kire benîştê devê wan û bi gotina wezîrê Tirk xwe kire siyasetmedara di vîtrînê de? Bi gotina evîndarê roman nivîsên di TRT 6 de, Taha Akyol, mesaj dane taxê. Gelo çima?
Nivîskarên Tirk jî, Leyla Xanim jî, gotinên Garry Adams, yên destpêka hevdîtinan de gotin jibîr kirin. Garry Adams wiha got: Ya Reb, min ji bela aştiya di hawarê biparêze. Çima; ji ber ku, aştiya di hawarê de, bi kemîn û davikan dagirtî ye.
Erdogan jî, piştî hevdîtina bi Leyla Xanim re, car din haqaret li Kurdan kir û gotinên Mecnun li gorî xwe şîrove kirin û got: Ya Reb, aştiya li ber neynika cismanî layikî min bike, da ku sirr û razên lîstikên min, yên li pişta neynikê, di nava fulyonê de veşartî neyên eşkere kirin.
Ya rastî, gotinên Erdogan yên piştî hevdîtina bi Leyla Xanim re, wek aştiyeke beşerî bangî min nekirin; lê dagirkeriya demokrasî û hegemonya dijwar anîne bîra min. Di dîroka mirovahiyê de hawar û aştî du tiştên dijberên hev in. Axaftina Erdogan ya li ser ragihandina rojnameya Wall Sreet Journal jî, dihate heman wateyê. Ji ber ku rastî mirovên wiha difûrîne, hêrs dike. Ew jî ji kontrolê derdikevin û agir ji devê wan difûre. Dîsa hakaret li Zerdeşt kir. Zerdeşt Pêxemberek e û li gorî ola îslamî, kesê hakaretê li pêxemberan bike kafir e.
Erdogan dema ragihandina rojnameya Wall Street Journal, rexne dikir, wek ejderhayekî, bi milan agir difûrand.
Ew rastiyên ku rayedarên payeberzên Tirkan e û gotin: Suleyman Demirel û Turgut Ozal gotin: Realiteya Kurd, Mesut Yılmaz got; Riya YE di Amedê re derbas dibe, Tansu Çiller got; Modela Baskê, Recep Tayyip Erdogan jî got; Pirsgirêka Kurd ya vî milletî…. Weke pirsgirêka me teva…. Pêşî pirsgirêka min e. lê, di encamê de, nijarperestiya faşîzan û militarist, di asta herî dijwar û kûr de, kirin meriyetê, teva paş de gav avêtin. Yanî Kurd xapandin û Kurd ber bi aştiya hawarê ajotin, lê heta îro Kurd ne hatin xapandin.
Serokê Giştî yê CHP’ê, Kemal Kiliçdaroglu jî li Rihayê got, nasname şeref û rûmeta mirove lê ew şeref û rûmet nebû qismetê Kemal Kiliçdaroglu. Ji ber ku mirovên dewşirme ji vê payeberziyê dûr in.
Gelo, rewşa Erdogan ku çend sal in, hêza çekan bikar tine, şerê psîkolojîk, demagojî û davikên bi gotinan dagirtî bikar tine û di gelî û mesîlên ‘Lîstikên Osmanî’ de, komên aştiyê digire û ceza dike, komkujiyên cûreyî dike pratîkê, çekên kimyewî bikartîne; gelo çiqasî amade ye ku, bi Garry Adamsê Kurd re were cem hev. Hevdîtinên Oslo, nû ne û ne hatine jibîr kirin. Protokol jî, di beltikên veşartî de danî ne.
Endamê konseya Rêvebir a KCK’ê Duran Kalkan, belaş ne got, „em di çareseriya eskerî de ne“. Yanî, hevdîtina Leyla Xanim ya bi Erdogan re, aştiya di hawarê de ye û li xiş û hesabê Kurdan nayê. Hesabekî şaş e û wê, ne ji Baxdayê tenê, ji Çankayayê jî paş de vegerê. Çi balkêşe ku, Leyla Xanim, berî biçe hevdîtina Erdogan daxuyaniyek neda. Çima gelo?
Ji ber ku Erdogan, bi terorîstê navneteweyî û Emerîka bi lîderê El Fettih-Hammasê re hevdîtin pêk anî. Yanî Erdogan ne mirovekî bi ava zimzimê hatiye şiştin e. Gunehkarekî olî û însanî ye. Piştî hevdîtina bi Leyla Xanim re jî Erdogan, car din gotina hamasî, bikaranî û got: Li welatê me pirsgirêka Kurd nine, pirsgirêka terorê heye û ezberê xwe xerab nekir.
Hey gidî dinyayê; Bush jî bi devê Erodgan, axivî û gotibû; Tirkiye ne Kurdan, li terorê dide û qirkirina Kurdan erê kir. Obama jî, wek xelef û selef, dengê xwe ji komkujî û qikirinên eskerî û siyasî re dernayêxe.
Wek Mecnun dibêje; ya Reb, ji bo min cismê bê canan çênabe, cîhana bê canan jî ez naxwazim. Ez jî dibêjim; ya Reb, doh Madimak bû, Şêx Seîd bû, îro Roboskî ye, Abdullah Ocalan e.
Gelê Kurd jî vê konseptê qebûl nake û 14’ê Temmuzê jî wê bikin qonaxek nû.
Ji ber ku evina Mecnun û komkujî hevûdin qebûl nakin.
Evîna Mecnûn û komkujî