Enver Mehmet Riza di 1939’an de li Silêmaniyê li gundê Beroy ji dayik bûye. Di 1960’i de dest bi mamostetiyê kir, di şoreşa Îlonê de pêşmergetî kiriye. Ev 39 sal e navber têkevê jî kevnefiroşiya ku bi eşqeq mezin dike hîna li peyarêyên Silêmaniyê didome.

Jiyana Enver Mehmet Riza wek kakilek Kurt a dîroka nêz a Başûrê Kurdistanê ye. Berxwedan, koçberî, êş, xemgînî, kêfxweşî. Temenê 86 salî di encamê de ronahiyek dîrokî ji peyarêyan heta cadeyan, heta kolanên bajaran, heta dibistanan afirandiye. Mehmet Riza ne tenê sahaf mamoste, pêşmerge û wêjevanek e.


Her kes Apê Mehmet nas dikê

Herî zêde jî kevnefiroşeke, doktorekî pirtûkan e Apê Mehmet Riza. Evîndarekî zanînê ye… Kîjan pirtûk jê bê pirsîn, nas dike. Li bajarê Silêmaniyê hun ji kê bipirsin ew jî Apê Mehmet Riza nas dikin. Li Silêmaniyê li cadeya Salim (Swaleke) di bereqeyeke prefabrîk de  di nava hezaran pirtûkî de, bi porê xwe yê ku spî bûye, wek kesekî ku wê heta temenê wî hebe, zanînê belav dike.

Apê Mehmet Riza ji sala 1976’an vê heta niha kevnefiroşî dikê. Apê Mehemet di derbarê karê xwe wiha diaxivê: "Ez gelek ji vî karî hez dikim. Armanca min ev e ku ez mirovan bi dîrok, çand, helbest û çanda wan bidim nasîn. Destdayîna Feqiyê Teyran, dixwazin xwe di nava hevokên bi êş yên Nalî de xwe bibînim, ji çarînên Ehmedê Xanî têr bibim.  Belê tiştên ku ez ji jiyana xwe dest jê bernadim ev in." 


 HALÎT ERMÎŞ/ANF/SILÊMANÎ