Ev biryar wê yekser serê pêşî tesîrê li Elmanyayê bike, lê herwiha li Yekîtiya Ewrûpa û welatên di nava Konseya Ewrûpayê hemûyan de jî wê tesîra yekser bike. Ew nikarin tine bihesibînin, bibêjin, serê me jê naêşe.
Heyeta dadgehê û dozger li ser îdîayên her du aliyan minaqeşe kirin. Heger dosya doza dadgeha cihî wê weke belgeyeke dîrokî bimîne, ew ê bibe dosyaya têkoşîna wan mirovan ku nûneriya miletê Kurd dikin.
Rojnamevan û nivîskar Ferda Çetîn li ser biryara Dadgeha Temyîzê ya Brukselê ya di doza PKK´ê de nirxand û got, dadgeriya Belçîkayê careke din bi biryara PKK aliyê şer e, rewabûn û heqbûna têkoşîna miletê Kurd piştrast kiriye. Wî got, “Êdî ew zemanê dewleta Tirk tevahiya maf û daxwazên Kurdan bi argumanên ‘terorîzmê’ pûç bike, bihurî, ew zeman nema.” Wî bi bîr xist ku destwerdanên Tirkiyeyê jî nekarîne biryara dadgeriya Belçîka biguherîne û got, “Ev biryar wê yekser serê pêşî tesîrê Elmanyayê bike, lê herwiha li Yekîtiya Ewrûpa û welatên di nava Konseya Ewrûpayî hemûyan de jî wê tesîra yekser bike. Ew nikarin tine bihesibînin, bibêjin, serê me jê naêşe. Bi agahî û belgeyên xwe, ev dadgehkirin kuliyateke berfireh e.”
Sê dadgehan piştrast kir PKK aliyê şer e
Sala 2006´an li Belçîkayê li dijî siaysetvanên Kurd dozeke siyasî dest pê kir û Zubeyir Aydar, Remzî Kartal jî di navê de 37 kes û saziyên kurd ketin ber vê dozê. Pêr bi biryara dawî ya vebirrî ya Dadgeha Temyîzê ya Brukselê ev doz bi dawî bû. Dadgehê got, “Nabe ku PKK weke rêxistineke terorê bê dîtin.” Li gorî wê PKK ji ber vê jî nikare di çarçoveya rêxistina terorê de bê dadgehkirin. Dadgehê got, “PKK aliyê şer e.” Rojnamevan Ferda Çetîn ji bo biryarê got, “Dadgeha cihî û ya îstînafê li Brukselê tesbît kir ku PKK ‘rêxistineke ne dewlet ya şer dike’ ye. Dadgeha temyîzê ku Dadgeha Bilind e, ev tesbît erê û piştrast kir. Dadgeha cihî û îstînafê bi dozê ji esas ve daket û ew minaqeşe kir. Di dozê de rewşa Kurdan, derketina holê ya PKK´ê, sedemên dijminane di navbera PKK û dewleta Tirk de dûrûdirêj hatin minaqeşekirin û kesên dihatin dadgehkirin jî behsa van tiştan kirin. Heyeta dadgehê û dozger li ser îdîayên her du aliyan minaqeşe kirin. Heger dosya doza dadgeha cihî wê weke belgeyeke dîrokî bimîne, ew ê bibe dosyaya têkoşîna wan mirovan ku nûneriya miletê Kurd dikin.”
Doza heq hat erêkirin
Ferda Çetîn got, di encama minaqeşe û belgeyên aliyan de dadgehê biryar daye ku nabe PKK weke rêxistineke terorê bê dîtin û wiha dewam kir: “Encam ew e ku bi vê dadgehkirinê di şexsê kes û saziyên ketin ber dozê de, têkoşîna heq a miletê Kurd hat erêkirin. Miletê Kurd têkoşîneke heq û rewa dike. Belkî dadgeh vê yekê ev qasî eşkere nikare îfade bike, lê ev biryareke wisa ye, ku dibêje, tohmetbarkirina bi terorîzmê ku dewleta Tirk bi avantajên xwe yên dewletbûnê dike, ne rast e. Tevî liberrabûna dewleta Tirk û dozger jî dadgeha bilind û beriya wê ya îstînafê ev biryar rast dîtibû û weke xwe erê kiribû.”
Ferda Çetîn biryara beriya niha ya Dîwana Edaletê ya Ewrûpa bi bîr xist ku bicihkirina navê PKK´ê di nava lîsteya Yekîtiya Ewrûpa ya rêxistinên terorê de neheq dîtibû û got, “Di navbera 2014-2017´an de dadgehê Mijdara 2018´an bicihkirina navê PKK´ê di lîsteyan hemûyan de nelê hesab kir.” Ferda Çetîn ev her du biryarên elaqedarî PKK´ê muhim dîtin û û got, “Elaqeyeke wan a organîk nîne. Lî dîsa jî, ev fikr êdî nîşan dide ku ew zemanê dewleta Tirk tevahiya maf û daxwazên Kurdan bi argumanên ‘terorîzmê’ pûç bike, bihuriye, ew zeman nema.”
Tesîrê wê li welatên Ewrûpayê bike
Ferda Çetîn da zanîn ku hewldan û destwerdanên dewleta Tirk jî ji bo biryarê biguhere, bêencam mane û ji bo tesîra biryarê ya li Ewrûpayê jî got, “Ev biryar wê yekser serê pêşî tesîrê Elmanyayê bike, lê herwiha li Yekîtiya Ewrûpa û welatên di nava Konseya Ewrûpayî hemûyan de jî wê tesîra yekser bike. Ew nikarin tine bihesibînin, bibêjin, serê me jê naêşe. Bi agahî û belgeyên xwe, ev dadgehkirin kuliyateke berfireh e. Belçîka endamê van saziyan e. Biryara dadgeriya wê bide ji bo wan ferz nebe jî, ew ê bibe nimûneyeke gelekî xurt.”
Hiqûqa xwe binpê dike
Li ser navê hikûmeta Belçîkî Wezareta Karê Derve û Bergiriyê daxuyaniyek da û îdîa kir ku ew biryarê nas nake. Ferda Çetîn ji bo vê daxuyaniyê got, “Bi daxuyaniyên pêşî desthilatên siyasî bibêjin ev biryar wan elaqedar nake jî, ev ne rast e. Heger bibêjin em biryara dadgehê qebûl nakin, yanî ew hiqûqa xwe binpê dikin. Ev biryara hanê ji niha û pê ve wê dawiyê li wê pêvajoya dadgehkirinên piştî niha, tohmetberkirinên bi terorîstiyê yên bi lez, bi dawî dike. Ev biryar û ya Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê nabe ku tine bên hesibandin, ji ber ku sedem hene, agahdariyên kesên pispor, heyeta dadgehê hene û ew kuliyateke mezin pêk tînin.”
Parêzerê aliyê Kurd Jan Fermon jî gotibû, bi vê biryarê ji bo Ewrûpayê rê li ber wê yekê ve bû ku ji bo çareseriyê înîsîyatîfê bigire; li ser vê gotinê parêzer Ferda Çetîn got, “Hûn rabin û rêxistinekê bi terorîstiyê tohmetbar bikin, hûn nikarin pê re siyasî muzakereyan bikin. Bi terorîzmê re hevdîtinên siyasî nabin. Lê gava dadgehê got, ev aliyekî şer e, hingê zemînek ji bo hevdîtinên siyasî vedibe.”
NAVENDA NÛÇEYAN