OLVA HAC MENSUR / ANHA/HESEKÊ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres vê duşemê avakirina Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê ragihandibû ku tê de nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tunebûn. Piştî lûtkeya sêalî ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ya 16’ê Îlonê, Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê hat ragihandin.
Li ser meselê, rêveberê Partiya Paşerojê ya Sûriyê ya navçeya Dirbêsiyê Ristem Bekir peyivî. Ristem Bekir dibêje, ev komîte ji bo hesab û berjewendiyên herêmî û navdewletî hatiye avakirin û wiha diaxive: “Ji roja destpêkê ya ragihandina avakirina komîteya destûrê û nebeşdarkirina nûnerên Rêveberiya Xweser, diyar bû ku çarenûsa vê komîteyê dê binketin be. Her wiha jî nabe deriyek ji çareserkirina aloziya Sûriyê re. Ji ber ku di navbera rejîm û opozîsyonê de nakokî û nêrînên cihêreng hene. Ji ber opozîsyon li ser avakirina destûreke nû diaxive û rejîma Sûriyê jî destûra heyî nîqaş dike. Bi wê re jî di xebata komîteyê de nediyarbûnek heye.”
Her wiha Ristem Bekir dibêje herî zêde Rêveberiya Xweser heq dikir beşdarî vê komîteyê bibe û sedemên xwe jî wiha rave dike: “Ji ber ku wê parastina xaka Sûriyê kir. Ji destpêkê ve hewl dide xaka Sûriyê parçe nebe. Şerê terora DAIŞ’ê, kom û rêxistinên çete kir. Di birêxistinkirina herêm û têkiliya di navbera pêkhateyên wê û jiyana hevbeş de bi ser ket ku tecrubeya wê ya siyasî ya serkeftî heye.”