Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim diyar kir ku Tirkiye bi derbasbûna bejahî ya ji şerê Sûriyê re, wê gelek tiştan wenda bike.

 

Ketina vî şerî bi destê wan e lê derketin ne bi destê wan e

Muslim da zanîn ku Tirkiye êdî ket gola genî ya aloziya Sûriyê û wiha axivî: “Ez texmîn dikim ew ê zirarek mezin bibîne. Ketina vî şerî bi destê wan e lê derketin ne bi destê wan e. Gelê Sûriyê bi tevahî, Hêzên Sûriye Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ku ji gelê Cerablusê bi xwe pêk tê, li hember Tirkiye û vê gavê ne. Lewra Tirkiyeya ku berê bi riya hin komên mîna DAIŞ, El-Nusra, Sultan Murad û hwd. şerê wekaletê li Sûriyê dikir û îcar bi xwe yekser dest werda şerê Sûriyê, ew ê gelek tiştan wenda bike.”

Muslim di dawiya axaftina xwe de got ku “Tirkiye dê mîna DAIŞ di gola genî ya Sûriyê de têk biçe”.


Aldar Xelîl: Tola Minbicê ye

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî dagirkirina Tirkiyê wekî ’îlana şerê li hember hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê’ bi nav kir.

Xelîl li ser tor civakî daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha nivîsî: ” Binpêkirina desthiladariya Sûriyê, dagirkirina axa wê, hewldana rakirina tola binketina projeya DAIŞ’ê piştî têkçûna Minbicê, her wiha îlana şerê li hember Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û projeya Federaliya Demokratîk, tên wateya şerê li hember hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê”.



Henîfe Hisên: Ne Cerablus, armanc Heleb û Efrîn e

Endama Kordînasyona TEV-DEM’ê Henîfe Hisên jî da zanîn ku armanca esas a dewleta Tirk ne Cerablûs e, Heleb û Efrîn e.

Henîfe Hisên derbarê dagirkirina dewleta Tirk de wiha peyivî: “Ger çiqas di qalik de êrîş li ser Cerablusê bin, hedef Heleb û Efrîn e. Ew xaka Bakurê Sûriyê dagir dike. Tirkiye bi vê gava xwe re ket bataxê de. Lê ew ê mîna DAIŞ’ê wenda bike”. 

Dibe ku encama hevdîtinan be

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed têêkildarî dagirkirinê de got ku dibe ku ev destwerdana Tirkiyeyê yek ji encamên danûstandin û civînên di navbera Îran, Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê de be. 


Kujer îtîraf kir  hedef Kurd in

Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan li ser ketina leşkerên Tirk ya Cerablusê daxuyaniyek da û wekî îtîrafek eşkere kir ku hedefa wan ne DAIŞ e, Kurd û hêzên demokratîk in. Erdogan têkildarî mijarê derket pêşberî çapemeniyê û got ku ji bo hêzên Kurdî û demokratîk ev êrîş dane destpêkirin.  


QAMIŞLO