BÊRÎTAN SARYA / ANF/QAMIŞLO
Endamên Meclîsa Edaletê ya Bakurrojhilatê Sûriyeyê der barê dadgehkirina çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî de peyivin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 23’ê Adarê bi hêzên koalîsyona navneteweyî re Pêngava Bagera Cizîrê li Baxozê bi rengekî serketî qedandin û di şerê eniyê de yê li dijî DAIŞ‘ê serketina xwe ragihandin. QSD niha li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ’ê têdikoşe. Bi hezaran çete jî li qadên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne. Bi hezaran jin û zarokên malbatên DAIŞ’iyan jî li kampan dimînin ku ev yek weke metirsiyeke mezin tê dîtin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo DAIŞ‘iyên girtî dadgeha navneteweyî û projeyên bernameyên perwerdeyê yên taybet pêşkêşî dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ’ê de ne, kir. Hiqûqnasên Bakurrojhialtê Sûriyeyê qala mijarê kirin.
6500 çeteyên DAIŞ’ê girtî ne
Endamê Meclîsa Edaletê ya Bakurrojhilatê Sûriyeyê Xalid Elî diyar kir ku li qadên rêveberiya xweseriya demokratîk nêzî 6500 çeteyên DAIŞ’ê girtî ne û got, “Lê belê ev ne hejmara dawî ye. Ji ber ku meseleya DAIŞ‘ê meseleyeke mezin e û çeteyên DAIŞ’ê li gelemperiya dinyayê belav bûne.”
Em ê nîşanî dinyayê bidin
Xalid Elî anî ziman ku hin ji çeteyên Sûriyeyî yên nehatine dadgehkirin, dixwazin bi tevlîbûna navneteweyî darizandina wan pêk bînin û got, “Em dixwazin saziyên navneteweyî, sazî û hiqûqnasên navneteweyî û yên li vê derê, saziyên hiqûqa navneteweyî û çapemeniyê vexwînin dadgehkirina. Em dixwazin mînakekê nîşanî tevahiya dinyayê bidin ka dadgehkirina çeteyan em çawa dikin.”
Em bi hesasî nêzî mijarê dibin
Hiqûqnas Luqman Îbrahîm jî got; “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji sala 2014’an ve ji dema avabûyî û vir ve bi hesasî nêzî mijara mafên girtiyan bûye. Gelek saziyên mafên mirovan ên navneteweyî tên û girtîgehên me lêdikolin. Nêzîkatiya li girtîgehan li gorî pîvanên mafên mirovan e. Mafê peydakirina parêzeran, mafê hevdîtinê û yên din tên bikaranîn. Ev yek ji bo girtiyên DAIŞ’ê jî lê ye. Heyetên ji bo girtiyên DAIŞ‘ê tên, saziyên mafên mirovan vê yekê dibînin.”
DAIŞ’ê sûcên gelekî giran kirin
Luqman Îbrahîm, li ser sedema avabûna dadgeha navneteweyî li xaka Bakurrojhilatê Sûriyeyê jî got, “Çeteyên DAIŞ‘ê sûcên gelekî giran kirin. Zîhniyet û pratîka wan gefê li ewlekarî û aramiya tevahiya dinyayê dixwe. Dema ku qala dadgeha navneteweyî tê kirin, mebest ne tenê dadgeha li Laheyê ye. Bi 3-4 rengan dadgehên navneteweyî hatine avakirin. Yek ji van Dadgeha Navneteweyî ya li Laheyê ye ku li gorî Statuya Romayê tevdigere. Dadgehên taybet jî hene, her wiha dadgehên ku bi tifaqeke hevpar hatine avakirin jî hene.”