Di civînê de Sekreterê Giştî yê Şepêla Qanûn, Mûwatena û Hiqûq (QMH) Heysem Menaî û Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed wekî hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hatin hilbijartin û navên 43 endamên Desteya Siyasî ya Meclîsê û nûnerên ji hemû komên siyasî û kesayetên ser bi xwe hatin eşkere kirin.

Li gorî encamên civînê kesên ku di Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de cihe xwe digre, navên wan wiha ne: Salih El-Nebwanî ji Şepêla qanûn, mûwatene û Hiqûq ( QMH), Heysem Menaî ji Şepêla Qanûn, Mûwatene û Hiqûq (QMH),  Macîd Hebo ji Şepêla Qanûn, Mûwatene û Hiqûq (QMH), Betar El-Şerih ji Kombûna Rûmet û Mafnasiyê, Meram Dawûd ji Kombûna Rûmet û Mafnasiyê, Ziyad El-Asî ji Kombûna Demokratîk a Sûriyeyê (Ehmed El-Cerba), Kerîm El-Dîn Fadil Fetûm ji Partiya Baas Demokratîk Sosyalîst a El-Erebî (Hindir), Ebilqadir El-Miwehed ji Partiya Modern û Demokratîk (Fîras Qesas), Parêzer Ela El-Dîn El-Xalid ji Koalîsyona Niştîmanî Demokratîk a Sûrî, Ehmed Ehrec ji Koalîsyona Niştîmanî Demokratîk a Sûrî, Fîdan Berîm – (Rewan Mihemed) ji Kalisyona Niştîmanî Demokratîk a Sûrî, Nûnerê Meclîsa Herêmên El-Şehba (gundewarên Helebê), Îşûh Gewriyê ji Partiya Yekîtiya Suryanî, Şemîran Şemûn ji Yekîtiya Suryaniyan, Parêzer Macid Behî ji Yekîtiya Suryaniyan, Mihemed Mûsê ji Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê, Rojîn Remo nûnera jinan, Alî Hoco ji herêma Cerablûsê, Sîhanok Dîbo ji PYD’ê, Hikmet Hebîb ji Desteya Niştîmanî ya Erebî, Mistefa Meşayêx ji Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (Yekîtî), Waêl Merza ji Partiya Asûrî ya Demokratîk, Telal Mihemed ji Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê, Mizgîn Zêdan ji Partiya Veguherandina Demokratîk a Kurdistanî, Ferhad Têlo ji Yekîtiya Lêbralî Kurdistanî, Xensa Hemûd ji Buroya Jinên Ereb, Newal El-Mezîd ji kesayetên serbixwe, Ebdilrezaq Mihemed El-Taî ji Meclîsa Demokratîk a Êlên Erebên Cizîrê, Îlham Ehmed ji TEV-DEM’ê,  Emar Helûş El-Salêm ji kesayetên dewlemend ên serbixwe, Cîhad Mihemed Omer ji TEV-DEM’ê, Fewzî Şengalî ji Partiya Wîfaqa Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê, Emced Osman ji Tevgera El-Îslah a Sûriyeyê, Îbrahîm El-Hesen ji Tirkmenên herêma Girê Spî, Bêrîvan Ehmed ji nûnerên ciwanan, Faris Eto Şemo ji Mala Êzîdiyan, Fehed Daqûrî ji Meclîsa Êlên Kurdî, Cîhan Xedro ji Herêmên El-Şehba, Cemal Şêx Baqî ji Partiya Demokratî Kurdî Sûrî (PDKS), Nasir El-Nasir ji kesayetên serbixwe, Besam Seîd Îshaq ji Meclîsa Niştîmanî Suranî (Ewropa), Hisnî Xemîs ji kesayetên serbixwe, Nûnerê Insîyatîfa Niştîmanî ya Çiyayê Ereban (Cebel El-Ereb).

Her wiha Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Desteya Rêveber a Hevbeş ku ji 9 endaman pêk tê hilbijart. Navê kesên di Desteya Rêveber de hilbijartî wiha ne:  Îşûh Gewriyê, Meram Dawûd, Ibrahîm El-Hesen, Rojîn Remo, Ehmed El-Hebîb, Bêrîvan Ehmed, Cemal Şêx Baqî, Ela El-Dîn Xalid û Salih Nibwanî. 


 ANHA/GIRKÊ LEGÊ