Fatîh Teke 3 salî bû
Abdullah Duran 9 salî bû
Enes Ata 7 salî bû
Muhsîn Ete 16 salî bû
Ev her 4 zarokên Kurd di 28-29-30 adar û 1'ê nîsana 2006'ande li ser fermana Serokwezîrê tirk hatin kuştin. Beriya wan Ugur Kaymaz û piştî wan Ceylan Onkol jî hene. Em navên wan binivîsin, wê rûpelên rojnameyê têr nekin.
Ew Erdogan'ê îro ji bo zarokên Misirê hesrên çavan ên sexte dirijîne, bi wan hesrên sexte dixwaze serê xwîna zarokên Kurdan bigire. Ev hesrên çavan ên Erdogan ne ji bo zarokên Misirî, wan ji bo berjewendiyên siyasî dirîjîne. Erdogan ji xwîna zarokên Misirî, bêhna dengên hilbijartina herêmî ya nêz dibe, digire. Dixwaza wê xwîna zarokên Misirî, veguherîna ranta siyasî.
Dema ku Erdogan di televîzyonan de hesrên sexte rijandin, çeteyên ji wî piştgiriya her awayî digirin, li Rojavayê Kurdistanê zarokên Kurd dikuştin.
Erdogan li Tirkiyê ji bo zarokên Misirî hesrên çavan rijandin, li Efrînê zarokên Kurd ên emrê wan di navbera 16 û 13 salî de hatin kuştin.
Muhammed Egîd, Yasemîn Egîd û Huda Egîd tevî diya xwe, ji deqeya wan hesrên çavan ên sexte û vir ve, êdî najîn.
Erdogan giriya û me jî bawer kir!...
MEMED DREWŞ