Rojnameya Ingilîz The Guardianê, doh yek ji nûçeyên xwe yên sereke ji Heskîfê û qesasê wê dewleta Tirk re veqetand. Manşeta wê jî ji devê xelkê bû: Ew (Dewleta Tirk) hov in.

Rojname bi bîr dixe ku Heskîf wê ne dûr lê nêz di bin vaê de bê hiştin ji ber ku bendava Ilisu (nêzî gundê Germavê) ji niha ve avê digewimîne.

Hem dîroka 12 hezaran salan a heskîfê û hem jî bi hezaran şikeftên ji mirovan re bûne star dike û pitre dibêje, “Lê belê ev cewhera dîroka mirovahiyê wê ne dûr lê nêzîk tine bibe; av wê bide ser pirraniya devara şên ji ber projeya bendavê ya bi nakok a Ilisuyê.”

Rojname bi bîr dixe ku hikûmetê ji bo valakirina Heskîfê mohlet daye heta bi 8´ê Çiriya Pêşîn (Cotmehê). Rojname agahiyan wiha dide; 80 hezar mirov (herî kîm) wê ji cih û warên xwe bibin. Hawîrdor wê bê talan û texrîbkirin, gelek cureyên tehlûkeya nemanê li ser wan dikevin bêhtir tehlûkeyê.

Rûyê nûçeyê Ridvan Ayhan e ku li yekê ji şikeftên Heskîfê hatiye dinê û endamekî çalak ê Înîsîyatîfa Parastina Heskîfê ye. Ridvan Ayhan dibêje, “Ne dîroka me tenê ye, Heskîf dîroka we ye jî, ji ber ku ew dîroka mirovahiyê ye.”

Înîsîyatîfê xwestibû ku dever bibe muzexaneyeke ser vekirî; Ridvan behsa kolanên arkeolojîk ên li dêrekê diek, tenê ji sedî 10 hat temamkirin: “Mirov ku derê bikole hestiyên mirovan derdikevin. Hikûmet rêzê ji mirovan re jî nagire. Ev hov in”

Dever ji hemû şaristaniyên şopên xwe sererd hiştine kevintir e. Hemam ji sala 1400´î, pira ji sedsala 13´an, Tirbeya Zeynel Begê ji sedsala 15´an (ew rakirin û birin ji cihê wê).

Wezaretê karê xwe nekir

Ayhan êşa xwe ya ji ber lîsteyên UNESCO´yî jî bi rûyî tirş û libakirina serê xwe nîşan dide: “UNESCO´yê got, divê wezareta çandê miracaet bike. Me ji wezaretê re nivîsî lê ti bersiv nehat. … Erka wezaretê bû, lê ti tişt nekir.”

Heskîfa nû? Li gorî nûçeyê ji bilî heqaretek be, ji bo 700 malên sala 1974´an hatî tesbîtkirin hatiye avakirin, 3 kîlometroyan dûrî navçeyê. Ji bo rehet pirsgirêk bê fêmkirin jî mînaka Eyup Agaldayê 27 salî dide: “Ez divê bi dêûbavê xwe re bijîm, tevahiya malbata ji deh kesan wê di wî xaniyî de bin.” Ew beriya bi çend salan zewicî ye û ji dê û bavê xwe cê bûye. Bi ser halan de jî ew sewalan xwedî dike, niha neçar e wan bifiroşe, ji ber ku cih ji wan re li “Heskîfa nû” nîne: “Tiştekî ez naxwazim li ser min ferz dikin û li min ferz dikin li bajarekî ez naxwazim l bim, bijîm.”

Axir ya ku dewleta Tirk li mirî û zindî ya dike, bi mirov dide gotin, ev hov in! Sedema vê hovîtiyê rojnameya Ingilîz nebîne jî dijminatiya li Kurdan, hebûna wan û xwebûna wan e. Tinekirina dîrok û mekanên bîrê yên Kurdan jî parçeyek ji vê dijminahiya bi armanca tinekirin û qirrkirina Kurdan diyar e.

 

NAVENDANÛÇEYAN