Çar xebatkarên jin ên Radyoya Dengê Cûdî FM û Hêvî FM’ê, reng û dengê jinan radigihînin civakê. Ev xebatkarên jin ên li Kantona Cizîrê, ne tenê reng û dengê jinên herêmê ne, di heman demê de hişmendiya hişk a ku dibêje, ‘jin nikare û jin divê karê malê bike’ jî pûç dikin û ji hemû qalibên teng ên bingeha xwe ji netewedewletê digirin re jî dibin bersiv. Jinên kedkar der barê xebatên xwe de agahî dan. 

Radyoya Dengê Cûdî di 16’ê Cotmeha 2013’an de dest bi weşanê kiriye. Radyoyeke civakî ye. Bi nûçe, muzîk û bernameyên cur bi cur xwe digihîne gel. Xebatkara Dengê Cûdî Bêrîtan Sarim ev 6 sal in ku xebata radyoyê dimeşîne û diyar kir ku ji bo ku ew xwe bigihînin gel, ji serê sibe heta êvarê dixebitin. Sarim dest nîşan kir ku weşanên wan gelekî rengîn in û wiha pê de çû: “Stran, nûçe, bernameyên siyasî, civakî û çandî tên pêşkêşkirin. Gelek bernameyên girêdayî yên jinan di Radyoya Dengê Cûdî de tên pêşkêşkirin. Em ji bo bernameya ‘Jin û Civakê’ mêvanan tînin bernamê û der barê rewşa jinan a di nav civakê de şîroveyan dikin û li rêyên çareseriyê digerin.”

 Welêt didin nasîn

Sarim da zanîn ku ew bi çar hevalên xwe yên jin re di Dengê Cûdî de dixebite ku bi ruhê hevaltiyê karên xwe dimeşînin û got: “Tevî hemû zor û zehmetiyan jî xebatkarên jin ên Dengê Cûdî karê xwe didomînin. Ji bo ku em welatê xwe bi her kesî bidin naskirin, em ê hemû zehmetiyan bidin ber singa xwe. Di demên berê de karê ragihandinê tenê girêdayî mêran bû, lê niha em wek jin kesayeta xwe îsbat dikin û di vê xebatê de jî cih digirin.”

Dixwazin parastina çandê bikin

Xebatkara Radyoya Hêvî FM’ê Sîwan Xelîl jî diyar kir ku ew pêşkêşvaniyê dike. Sîwanê da zanîn ku bi mijarên civakî û rojane, car caran di navbera guhdarên xwe de pêşbirkan jî li dar dixin û got: “Pêşbirk gelekî bi kêf derbas dibin. Em tenê çar xebatkar in û her çi qasî hejmara me kêm be jî em serketî ne. Mabesta Hêvî FM’ê ew e ku parastina çandê bike.”

Jina ciwan a bi navê Kaçiya Osman jî xebatkara Hêvî FM’ê ye û tenê karê medyaya civakî dike. Kaçiyayê diyar kir ku berê jin bi telefonê beşdarî radyoya wan nedibûn, lê demên dawîn hejmara jinan zêde bûye û ev jî wan keyfxweş dike. Kaçiyayê destnîşan kir ku bi tevlibûna jinan dide xuyakirin ku bernameyên wan li ser jinan bandorê dikin. 


 QAMIŞLO /  ŞÛJIN