
Pirraniya wan zarok 34 kesên ku di rêwîtiya “hêviyê” de bi bedenên parçekirî li ser pişta hêstiran vegeriyan, ne tenê li ser malbatan li ser hemû gundî jî bi qatlîamê re wekî kevnekî reş hate pêçan û ji wê rojê heta niha jî weke ku qet ranebûbe. Par leşkeran der û dorê çiyayê gund dorpêç kir û bi vî rengî gund bûye wekî girtîgehekê, tekane çavkaniya debarê “qaçaxgerî” jî êdî nayê kirin.
Komkujiya Roboskê 4 sal li dû xwe hiştin. Lê ji ber êşa canên ji dest hatî dayîn û nedarizandina kujeran, êşa Roboskê jî ya gelê Kurd jî weke roja ewil teze ye. Em jî ji bo bîranîna 34 canên ku di bomberana balefirên artêşa Tirk de hatin qetilkirin ji Amedê bi rê ketin û hatin Roboskê. Ji ber ku riya Nisebîn û Cizîrê ji ber rewşa awarte bi rojan e ku girtî ye, ji bo bigihin Roboskê me Êlih, Sêrt û Şirnex li dû xwe hişt. Dema em hatin gund, malbatan em pêşwazî kirin.
Li her malê sûretên 34 canan
Şopên êşa komkujiyê di rûyê herkesî de xuya dike. Li Roboskê ji ber ku herkes xizmên hev in, herkesî bi kêmanî canekî xwe ji dest daye. Ji roja komkujiyê heya niha, gundî ji ber şînê bi giranî kincên reş li xwe dikin û laçikên spî yên serê dayikên Roboskê ku aşitiyê îfade dike, balê dikşîne. Li gund, tu bikevî kîjan malê, sûretên 34 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, tên dîtin.
Ken li rûye kesî nakeve
Li gund, pelên salnameyê di 28’ê Kanûna 2011’an de asê mane. Jiyan, wekî beriya komkujiyê û piştî komkujiyê tê qebûlkirin û bi herkesî re hîseke wisa heye ku êdî rojên berê venagerin. Ne dawet wekî berê ne, ne jî ken li rûyê wan dikeve.
Navê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, ji zarokên ku nû tên dinê re dibe nav û her wiha piştî komkujiyê gelek ciwanên gund jî dev ji dibistanê berdane û an tevlî HPG’ê an jî tevlî YPG’ê bûne.
Ji bo Cizîr, Silopî û Sûrê dia dikin
Ewrên reş ên bi komkujiyê re li ser gund kom bûne ji wê rojê ve belav nebûne, neçûne. Êşa malbatên ku ev 4 sal in li pey dadê ne, ji ber komkujiyên nû yên li Kurdistanê germtir bûye. Malbatên ku çavên xwe deqeyekê be jî ji televîzyonê nadin alî, ji bo kesên li Cizîr, Silopî û Sûrê li ber xwe didin diayan dikin û bi yek gotinî dibêjin “Ew nikarin Kurdan xilas bikin.”
Bi qereqolan dor girtin
Piştî ku hikumeta AKP’ê konsepta şer a giştî xiste meriyetê riya sînor hatiye girtin û dora gund hemû jî bi qereqolan hatiye dorpêçkirin. Gundê ku di nav çiyayan de ye ji ber qereqolan bûye wekî girtîgeheke vekirî. Herêma ku komkujî lê hatiye kirin jî bi dîwar û têlan hatiye pêçan û herêm li gundiyan hatiye qedexekirin.
Hêstirên serberdayî
Hestirên ku di salên borî de ji ber bazirganiya sînor gelek bi qîmet bûn, par havînê bûbûn hedefa leşkeran û niha jî ji ber ku sînor girtî ye û bazirganiya sînor jî nayê kirin, li derdora gund serberdayî digerin. Gundiyên ku berê bi 10 hezar TL´yan hêstir dikirîn niha bi zorê bi 3 hezaran dikarin biforişin. Li Roboskê ku tekane riya debarê bazirganiya sînor e, pirraniya ciwanan bêkar in.
Komeleya gund bûye cihê kombûna welatiyan û bîranîna 34 kesan her kêlî zindî ye. Li komelê, pirtûkxane jî heye û her wiha ji bo ciwanan atolyeyên perwerdehiyê jî têne organîzekirin. Malbatên Roboskê jî, civînên xwe li vê komeleyê dikin.
Êşa ku naqede...
Li komeleyê, welatiyên li gund dijîn û mêvanên ji derve tên, fikr û hestên xwe li “Lênûska bîranînê ya Roboskê” dinivîsin. Di lênûskê de, gotinên ku zaroka bi navê Berfîn Enç a 12 salî ji bo apê xwe Seyîthan Enç nivisiye balê dikşîne: “Komkujiya Roboskê dilê me hejand. Di dilê me de ewqas êş heye ez hêrsa dilê xwe çiqas bibêjim têrî nake. Ez 12 salî me û ez nizanim ez ê çawa bi vê halê dêrûnî mezin bibim. Seyîthan Enç apê min ê tekane bû. Heke ez hezkirina xwe ya ji bo wî binivîsim, lênûsk têrî min nakin. 34 şehîdên me yên bêguneh di vê riyê de hatin qetilkirin. Gotina min a dawî, bila cîhan bi edaletê tije bibe.”
DÎCLE MUFTUOÐLU/ DEVRAN TOPTAŞ/DÎHA/ŞIRNEX