Carna mirov di kêliyên veşartî de dimîne. Carna jî li ber pêlên deryayên dilê xwe di nava pêlên hestan de noq dibe… Wekî ku mirov dixwaze biherike ber bi kêliyên ku di raboriya mirovan de mane… Ew kêliyên ku di nava xwe de hezar tiştên pîroz, bi nirx dihewînin… Yek ji wan nirx û pîrozbûyînê jî rêhevaltî ye… Rêhevaltiya ku mirov tu carî jê têr nabe … Çiyayên welatê min qîr û hawar dikin. Qîr dikin ji bo ciwanên bedew û xweşik ên ku bi xweşikbûyînên xwe re welatê xwe dixemilînin. Ên ku welatê xwe û çiyayên xwe di hêviyên xwe de neqiş dikin. Çiyayên welatê min di nepeniya xwe de wisa nepeniyan dihewînin ku nayên bilêvkirin. Tu peyv nikare wan vebêje, pênase bike. Ango çiyayên welatê min ji mirovên leheng, jîr û egîd re hevaltî kirine. Şahidiyê ji qehremaniyên wan re kirine. Bûne şahidên keçên egîd ên şer dikin û hêviyên xwe di keziyên xwe de dihûnin. Ew keç û xortên kurd ên ku di bîbikên çavên xwe de çirûskên baweriyê dihewînin.

Ma ne qeliştokên çiya bi qîrîn û hewaran re vedibin? Ma ne her latek, di hembêza xwe de bêrikirinê dihewîne? Ma ne çiya her tim çîroka jiyana xwe ji gerîla re vedibêjin? Ma ne her tim di vegotina nepeniya xwe de nepeniya gerîleyan vedibêjin? Lê ji derveyî gerîla kes bi nepeniya çiyayan nizane û nikare fêm bike. Ma ne gerîla û çiya bi hev re mezin dibin? Ma ne her du çîroka xwe dinivîsînin. Lê her du jî pir baş dizanin ku çîroka her duyan jî bê ya din nabe. Ango wisa bi hev re girêdayîne. Ji derveyî stêrkan, heyva çardehşevî û rûyê asîman ê ku di nava şînahiya xwe de pakbûyîn û bedewbûyîna gerîla dihewîne nabîne, nabihîze û nas nake. Daristanên bedew ên ku xwe di keskahiyê de dixemilînin, di nava dil û ruhê gerîla de jî aj didin. Pir caran çûk awaza xwe ya xweş pêşkêşî gerîlayan dikin. Gul, nêrgiz, beybûn, sosin û binevşên welatê min rengên xwe yên herî xweş ji bo gerîla vedikin. Wekî ku xweşikbûna xweza û çiya bi xweşikbûna gerîla re ketibe pêşbirkê. Lê xweşikbûyîn û nepeniya heyva çardehşevî li hemberî xweşikbûyîn û bedewbûyîna keçika gerîla nikare bisekine. Ji bo wê jî xwe dixe nava xembariya xwe û li hemberî keçikên bedew ji xwe şerm dike.

Deng û rengê keçikên bedew ên di nava jiyanê de dibûn sedem ku xweza û çiyayên welatê min bêdeng û bêreng bimînin. Ma ne çiyayên serbilind, li hemberî xweşikbûyîn û ciwantiya te bejna xwe tewandin? Çiyayan carek din kirin qîrîn û hawar gotin: “Hawar li hemberî xweşikbûyîn û egîdbûyîna te, hawar çîrokek din tevli çîrokên min bû.” Lê kes nebîne jî neyne ser ziman jî dê çiyayên welatê min wan leheng û egîdan bînin ser ziman. Dê nepeniya wan di nava nepeniya xwe de bidin jiyîn. Dê rûbar pê bihesin û dest ji herikandina xwe berdin ji bo ku guhdarî çîroka wê keçika bedew û egîd bikin. Belê, yek ji wan keçikên bedew û egîd jî rêheval Newal e. Ya ku heyvê li hemberî xweşikbûyîna wê ji xwe şerm kiriye. Carna pênûsa mirov nikare bêdengbûyîna ku di dil de tê jiyîn li ser lênûsê binivîse bibêje pênase bike. Carna peyv di zeryaya dilê mirovan de dixeniqe. Pir caran mirov dibêje ger ku mirov girîna di dil de bûye bayê bahoz biqîre wê ew dem guhên ku bi bêwijdanî ker bûne bibihîzin? Na jixwe wijdan hebûya ma dê guh ker bûbûna, çav kor bûbûna û dil bê hest bimaya. Rêheval Newal di nava malbatek welatparêz de mezin bûbû.

Di temenê xwe yê ciwantiyê de tevli gerîla dibe. Ji ber ku malbat welatparêz e, şehîdên malbatê hene, di heman demê de hevalan nas dikin, ji bo wê jî analîzkirina pergala Îranê li hemberî wê pergalê nakokî di nava wan de pêş dikeve. Di pergalên baviksalarî de nav were guhertin jî di cewher de yek in. Ji bo wê jî her pergal li gorî şêwaz û rêbazên xwe di nava xwe de jinan dieciqîne, mafên wan dixwe û nêzîkatiyên ji derveyî mirovahiyê li ser jinan pêk tîne. Bêguman rêheval Newal jî vane ji nêz de dibîne û dikeve ferqê ku di wê pergala qirêj de jiyan mirin û fetisandin e. Wekî ku dibêje ji bo jinan jiyan di nava PKK’ê de aj dide. Ji bo wê ew û çend mirovên xwe yên din jî biryara tevlibûyînê didin. Bi coş û kêfxweşiyek pir mezin ber bi jiyana xwe ve tên. Wekî çawa ku her mirovek tevli nava refên gerîla dibe, di dilê xwe de bi meraq e, rêhevala Newal jî ewqasî jiyana ku li bendê ye meraq dike. Jixwe ne meraq e ku mirovan ber bi fêmkirin û fêrbûyînê ve dibe, fêmkirin û fêrbûyîn jî di mirovan de zanabûyînê ava dikin. Belê temenê rêhevala Newal biçuk bû lê dil û hêviyên wê mezin bûn. Di nava hest û hezkirina xwe de cîhanek dihewand. Hezkirina xwe ya li hemberî jiyanê di bîbikên çavên xwe yên xweşik de bi rêya çirûskan belavê derdora xwe dikir. Bi rastî jî di bîbikên çavên xwe de xweşikbûyîn, sadebûyîn û zelalbûyîna jiyanê dihewand.

Coşek pir mezin dijiya. Ew coşa wê jî ji hezkirina wê ya li hemberî jiyanê dihat. Min rêhevala Newal li Akademiya Şehîd Bêrîtan nas kir. Bi rastî jî dema ku mirov hevalan nas dike, xwe jî nas dike û mirov pir serbilind, kêfxweş dibe ku xwedî ewqas rêhevalên bi nirx e. Rêhevala Newal jineke pir bedew, delal û lihevhatî bû. Bêguman xweşikbûyîna jiyanê, hevaltiyê û beriya her tiştê zanabûyîna ku xwe di nava wê de ava dikir bedewbûyîna wê her ku diçû zêdetir nepenî dikir. Taybetmendiyên pir xweş di xwe de ava kiribû. Pir bi nîzam tevdigeriya û jiyana wê jî bi nîzam bû. Di wê temenê xwe yê biçûk de berpirsiyariya dîrokê danîbû ser milên xwe û hêviyên pêşerojê di temenê xwe de bi cih kiribû. Li welatê me kurdan tu kes temenê xwe najî. Bi taybetî jî zarok û ciwan. Zarokên gelê kurd cihê ku lîstokên zarokan bilîzin û bi zarokatiya xwe şa bibin, di nava guleyan de, bi dengê çekan mezin dibin. Ji bo wan navê jiyanê dibe şer. Rêhevala Newal jî ketibû vê zanabûyînê ji bo wê jî jiyan û kenê zarokên welatê xwe di dilê xwe de mezin dikir. Hêvî û pêşeroja zarokan di nava porê xwe yê xweşik de dikir kezî. Belê hevala Newal di porê te de daristanên welatê min şîn dibin. Hestên çavên dilê te çavên çiyayên welatê min kil dikin. Ramanên di serê te yê xweşik de diherikin nava çem û rûbarên welatê min.

Ma tu dizanî di her mêzekirinê de, yên ku di nava xwe de bedewbûna zarokan dihewandin bûn xencerek li ser dilê bêbextan û mirovên rûreş. Pezkoviyan li hemberî mêzekirina te ya xweşik mêzekirina xwe ji bîr kirin. Di ciwantiya te de welatê min hezar caran ciwan dibû. Ez di kesayeta rêhevala Newal de qanî bûm ku mirovên dilê xwe, ruhê xwe, raman û feraseta xwe xweşik kiribin, ew xweşikbûyîn li ser tevahî nêzîkatî û sekna mirovan bandor dike. Di nava jiyana PKK’ê de giranbûyînek pir cuda heye. Ji bo wê jî temenê mirovan çi dibe bila bibe bi mirovan re jî giranbûyîn û cidiyeteke pir cuda dide avakirin. Rêheval Newal jî bi ezmûnên xwe yên jiyanê re û bi ezmûnên jiyana PKK’ê re mezin dibû. Ketibû di wê zanabûyînê de, derbên herî mezin ji bo ku mirov pergal û hişmendiya baviksalarî bide zanîn jin e. Careke din tu tişt bê bedel û ked nabe. Her tiştê ku bi kedê re mirov bi dest bixe pir nirx û hêja ye. Ji bo wê jî azadî jî ked û bedel dixwaze. Azadî wekî ku mirov beza maratonê bike, bênavber. Ya herî girîng jî mirov bikaribe vê bezê domdar bike bi tempoyeke herî bilind. Ew dem mirov dê bikaribe stêrkan ji stêrkan bi bîhîze û çîroka wan ji wan guhdarî bike, ne ji kesên din. Belê îdiayên hevala Newal pir mezin bûn. Ji bo wê jî çîroka stêrkan ji wan guhdarî dikir û xwe gihandibû şewqa heyva çardehşevî.

Carna mirov di nava xewn û xeyalan de dikeve ser rêyeke kûr û dûr. Pir caran mirov di nava tebesymeke ku mirov dixwaze bibîne û bibihîze de dibe rêwî. Carna jî di nava wê rêwîtiya xwe de mirov dixwaze çavên ku bi hêviyan hatine dagirtin bibîne. Ma jixwe em rêwiyên bi bar in. Di barê me de hêvî heye hêvî. Ew hêviyên ku xewn û xeyalên me dixemilînin. Belê min di rêwîtiya xwe de çavên reş ên ku bi çirûskên xwe hêviyê belav dikirin dît. Pêngava şerê gel ê şoreşgerî kesayetên şoreşger û ruhê Apoyî ferz dikir. Her dem ev ji me tê xwestin. Rêhevalên me yên ku di hemleyê de bi cangorî şehîd ketine jî dizanibûn ku şoreş bi ruh û kesayetên şoreşgerî tê afirandin. Ji bo vê yekê jî rêhevala Newal û heşt rêhevalên xwe bi ruhê cangorîtiyê êrîşê qereqola Harûnan kirin. Di encamê de her neh rêheval şehîd ketin. Ez di kesayetiya rêheval Newal de tevahî rêhevalên pakrewan ên ku ev rojên bi rûmet emanetê me kirine bi minetdarî bi bîr tînim.


GULAN AVRÊL