Li heremê duzimaniya ku bi xebatên şaredariyê dest pê kir û bi navên cihan, lîsteya xwarin û vexwarinên aşxaneyan berdewam kir niha jî qada endezyariyê jî dest pê kir. MMO’ya Amedê ku li 13 bajarên herêmê nûnertiyan wan heye 2 pojeyên ku bi Tirkî û Kurdî hatin amadekirin erê kir. Projeya Buroya Endezyariyê ya Nûbaharê ya Êlihê projeya tesîsata mekanîk amade kir û di 23’ê adarê de ji aliyê MMO’ya Amedê ve hate erêkirin û derbasî meriyetê bû. Ev projeya ku ji aliyê endezyar Zekî Baran ve hate amadekirin di vê qadê de projeya yekem a Kurdî ye.
Serokê MMO’ya Amedê Mesut Çelîk diyar kir ku Kurdî êdî li gelek qadên jiyanê tê bikaranîn û ev pêkanîn di qada endezyariyê de jî dest pê kir. Çelîk da zanîn ku di demên borî ji bilî Tirkî bi îngilizî û zimanên din proje dihatin amadekirin, niha jî wan projeyên ku endamên wan bi Tirkî û Kurdî amadekirine erê kirin. Çelîk anî ziman ku ew di vî mijarê de piştgiriyê didin xebatên endamên xwe.
Çelîk destnîşan kir ku di qadên xebatê û şantiyeyan de bi piranî Kurdî tê bikaranîn û di qadên pîşeyî de heke hişyariyên ku tên kirin bi Kurdî bin dê baştir be û wiha berdewam kir: „Mînak mirov hişyariya asansoran bi Kurdî be dê bi bandor be û jî jiyanê xilas bike. Talîmata bikaranîna asansoran, di kontrolên LPG’an de radeya xetereyê bi Kurdî vegotin dê hişyariyan baştir bide fêmkirin. Ango dê bi îngilizî nivîsandinê baştir be û bandora wî jî zêde be.“
Endezyar Zekî Baran ê ku ev proje amade kir jî got ku Kurdî zimanê wî yê dayikê ye û wiha axivî: „Dayik û bavê min gotineke Tirkî nizanin. Beriya biçim dibistanê min jî nedizanî. Fikra amadekirina projeya Kurdî jî dema ku me ji bo Bakurê Iraqê projeyek amade kir hate çêbû. Min got heke zarok bi îngilizî dixwînin çima bi Kurdî nexwînin.“ Baran got ku êdî ew hemû projeyên xwe bi Kurdî û Tirkî amade dikin. Baran got ku di warê ziman de kêmasiyên wan ên heyî jî dikarin bi alîkariya KURDÎ-DER û saziyên ku xebatên bi Kurdî dimeşînin derbas bikin.
DÎHA/AMED