Di civînê de rewşa hêzên asayîşê, komên dewriyê yên li taxan bigerin û nobetê bigirin û rewşa bajarên Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin.

Di civînê de endamê asayîşa Şiyê Mihemed Elûş li ser bûyerên dawî yên li  Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê rû didin axivî. Elûş got, ''Pêwîst e em di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de xwe bi rêxistin bikin, bi taybet di van demên ku herêma me bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ye gelek alî bi dorpêçkirina derdora me û ambargoya li ser me ferz kirine dixwazin vîna gelê me bişkênin, lê em ê bi yeketiya xwe li hemberî vê siyasetê derbikevin û azadiya xwe bi dest bixin.''
Di civînê de piştî nirxandin û guftugoyan, komên ewlekarî û asayîşê ku ji bo ewlekariya gel li taxan nobetê bigirin hatin destnîşankirin.

ANF/EFRÎN