Şervanên Xezeba Firatê yên ji bo azadkirina Reqayê ketin rê, gelek gund ji DAIŞ‘ê safî kirin û li gel vê TEV-DEM jî li van gundan, pêdiviyên gel bi cih tîne. Yek ji van kesên beşdarî van xebatan bûye jî endamê TEV-DEM’ê Mihemed Hewê ye. Em dibin şahidê vegotinên Hewê, yên piştî 6 salan cara ewil digihê dostên xwe yî Ereb. Jinên Ereb bi van gotinan pênaseya azadiyê kirin:”Roj bi ser me de hilat, ewrên reş û tarî cihên xwe dan ronahiyê. Îro, roja derketina me yî ji girtîgehê ye.” 


 REQA