Ehmed wiha got: “Di destpêkê de hin aliyên derve derbarê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de gumanên xwe dianîn ziman û wekî projeyeke parçekirina Sûriyê bi nav dikirin. Lê Piştî serdana me ya Cinevê û hevdîtinên bi sefîr û wezîrên Ewropî re, me rêveberiya xweser ji wan re şîrove kir û me bi wan da nas kirin ku ev proje ji bo avakirina civakeke demokratîk e û mafê hemû pêkhateyan têde tê parastin, bersiva wan erênî bû.” Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî ku hevpeymana civakî û qanûnên hilbijartinan ji rayedarên Ewropî re hate şîrovekirin, diyar kirin ku ji bo avakirina demokrasiyetê ji bo hemû pêkhateyên herêmê ev gaveke erênî ye. Kesên me hevdîtin pêre kirine ji beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de kêfxweşiya xwe anîn ziman û hîn bûn ku ev proje ji bo demokratîkkirina Sûriyê tevahî ye.” Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku aliyên Ewropî derbarê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de gotin ku di vê rewşa Sûriyê tê re derbas dibe ji bo demokrasiyê ev gava yekemîn e û dibe ku bibe çareseriya pirsgirêkên tevahî herêmê û civakeke demokratîk û wekhevî ava bike.”

GIRKÊ LEGÊ