Bi wesîleya Cejna Newrozê li gelek welatên Ewrûpayê meşên Newrozê yên bi meşaleyan hatin lidarxistin.

Meşên meşaleyî di serî de Stuttgart, Darmstadt, Nurnberg, Hamburg, Bonn û Giessen li gelek bajarên Elmanyayê pêk hatin. Li Stuttgartê qederê 2 hezar kesî meşiyan û li Schlossplatzê meşa xwe bi dawî kirin. Xelkê ji bo protestokirina qedexeya alên rêxzistinên Kurd li Elmanyayê alayeke dêw a YPG´ê bi avahiyeke bilind a li meydanê ve daliqnad. 

Li Darmstadtê qederê hezar Kurdistaniyî li Luisenplatzê kom bûn û bi meşaleyan meşiyan. Piştî dadana agirê Newrozê, govend hat gerandin. Li Ulmê jî meşa Newrozê bi dadana agirê Nwrozê û gerandina govendê bi dawî bû.

Li Nurnbergê jî qederê hezar kesî agirê Newrozê dada, li Duisburgê NCDK´ê li taxa Marxloh bi beşdariya 350 kesî şahiya Newrozê bi rê ve bir. Polîs xwest dest werde hilgirtina posterên Ocalan û alayên PKK´ê lê xelkê erw protesto kir.

Li bajarê Hamburgê jî meşa bi meşaleyan ji gara trenan a navendî dest pê kir û bi gerandina govendê li dawiya meşê bi encam bû.

Li bajarên Koln, Bonn, Siegen, Giessen, Freiburg û Bielefeldê jî Kurdistaniyan meşeên Newrozê bi meşaleyan li dar xist û li dor agirê Newrozê govend gerandin. Kurdistaniya di van çalakiyan de doza azadiya Kurdistanê, Ocalan û girtiyên siyasî jî kir. 

Swîsre, Awusturya û Franse

Li bajarê Swîsreyê Solothurnê Newroz li Haltbahnofsrasseyê ji aliyê 100 kesî ve bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin. Mîtînga piştî meşa bi meşaleyan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir û dûre agirê Newrozê hat dadan. Qisekeran bal kişand ser dîroka Newrozê û cihê wê yê di nava têkoşînê de. Her wiha îşaret bi referandûma 16’ê Nîsanê kirin û ji hilbijêran xwestin, biçin ser sindoqan û dengê ‘NA’ bidin.

Kurdistaniyên li bajarê Fransayê Montpellier Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Kurdistanî li ser banga NCDK´ê li Parka Peyrou Pitotê civiyan û bi meşaleyan heta navenda bajêr meşiyan. Kurdistanî li dû meşê li Place de la Comedîe li hev civiyan, li vê derê agirê Newrozê dadan û li dora êgir govend gerandin.

Li paytexta Awusturya Viyanayê jî, bi hezaran kes bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de gelek alên ji wêneyên Ocalan hatin hildan. Piştî meşê agirê Newrozê hat dadan û girseya gel li dora êgir li ber stranan govend gerand. Di meşê de ji bo şeva Newrozê ya 1’ê Nîsanê li paytext Viyanayê banga beşdariyê li xelkê hat kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN