Ji nûnerên felsefeya rexnegir a marksîst a Fransî Etienne Balibar doh bi nivîsekê dagirkeriya dewleta Tirk rûreş kir û banga astengkirina wê qet nebe alîkarnebûna dagirkeriya wê ya qirker kir.
Wî sala 1876´an qirkirina Sirban bi destê Osmaniyan bi bîr xist û got, hingê hikûmetên Ewrûpî nexwestin vê bibînin. Wî gotinên Victor Hugo, “Ji me (miletan) re dibêjin ´pirs´ hene. Kuştina mirovekî sûcek e, kuştina miletekî ´pirsek´ e… Em bersivê didin: Pirseke mirovahiyê jî heye; û ev pirs ji Ingilîstanê, ji Hindistanê û Rûsyayê mezintir e: ew jî zaroka piçûk a di zikê dayika xwe de ye.”
Balibar dibêje, mirov hîç dest nede gotinên Victor Hugo û tenê li şûna Sirban navê Kurdan binivîse, wê xuya be ku îro jî hevkariya sûc a Ewrûpayê bi giştî û xasma sîstema dewleta di qirkirina miletê Kurd de diyar bibe û gotinên xwe wiha dewam dike: “Ew ê ku xwe weke siltanekî nû dibîne, û xeyala jinûveavakirina Împaratoriya Osmaniyan dike ji nû ve bi komî Kurdan dikuje, hem li vî alî û hem li aliyê din ê sînorên xwe, û dixwaze herêma xweser ji navê bibe, ew devera ku hatibû avakirin ji bo jiyana azad û her wiha em hemû ji hovîtiyê diparastin. Pirsa ku niha jî tê pêşiya me dîsa eynî pirs e: Em çi bikin ji bo pêşîgirtinê yan jî ji bo ku qet nebe em nebin alîkar (ên qirkirinê)?”
PARÎS