Li bajarên mezin ên Elmanyayê bi dehhezaran kesî dagirkeirya qirker a dewleta Tirk şermezar kir û piştgiriya xwe bi Berxwedana Rûmetê ya Rojava û Şoreşa Rojava re diyar kir.
Baran Haso: “Plana me jiyana azad e. Bûna xwedî statû ye. Dixwazin me bê statû bihêlin. Lê hê ji mêj ve ev armancên wan têk çûne. Em mirovahiyê temsîl dikin, ew hişmendiya DAIŞ’ê.”
Aldar Xelîl: Dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê bide guhertin. Divê hûn gelê me û dostên me yên li Ewrûpayê zêdetir xwedî li Rojava derkevin û pêşiyê li dagirkeriyê bigirin.
Dawiya hefteyê li seranserê dinyayê li gelek bajaran çalakiyên piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê ya Rojava re hebûn. Nexasim 2´yê Mijdarê Roja Rojava a Cihanê li gelek navendan çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Li deverên ku Kurdistanî li wan nînin yan jî kêm in jî Roja rojava a Cihanê bi çalakiyên mezin ên girseyî peyam da dagirkeran û hevkarên wan: Rojava ne tenê ye. Di vê çarçoveyê de li bajarên Elmanyayê Berlîn, Stuttgart, Frankfurt, Koln û Darmstadt meşên navendî hebûn bi beşdariya bi dehhezaran kesî. Di meşên li paytexta Fransa Parîsê, li paytexta Swêdê Stockholm, li paytexta Katalonya Barcelonayê û li paytexta Spanyayê Madrîdê jî bi dehhezaran kesî heman peyam da.
Ez deyndarê YPG/YPJ´ê me
Li Berlînê di meşa Roja Rojava ya Cîhanê de qederê 10 hezar kesî ber bi navenda giştî ya SPD’ê ve meşiyan û wan helwêsta Elmanyayê ya li pêşberî êrişa dagirkeriyê şermezar kir. Çalakger li Alexdarplatz a navenda bajêr civiyan. Li vir hevseroka NCKM’ê Nûjiyan Gunay got, “Em li Ewrûpayî beşek ji berxwedanê ne. Ji bo ku berxwedan mezin bibe divê li kolanan û di çalakiyan de bin. Mînak wekî jineke Êzîdî ezê heta dawiya emrê xwe deyndarê YPG/YPJ bim. Ji ber ku ewan ji bo mirovatiyê şer kirin û şehîd bûn.”
Girse piştre di kolanên navenda bajêr re çû ber avahiya navenda giştî ya SPD’ê ku şirîka hikûmeta federal e. Endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Foza Yûsif li vir peyivî û got, “Em ê li wê derê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin û berxwedana xwe mezintir bikin. Em ê gelê xwe biparêzin.”
Em mirovahiyê ew DAIŞ´ê temsîl dikin
Li Kolnê Meşa bi pêşengiya Federasyona MED, Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) û Platforma Defend Rojava ji pêşiya Muzeya Roma Germen destpê kir. Meşa bi beşdariya bêhtirî 10 hezar kesan li Meydana Nuemarkê veguherî mîtîngekê. Hevserokê Ferderasyona Med’ê Engîn Seven li vir got: “Dixwazin me Kurdan qetil bikin. Ev polîtîka wê teqez bi berxwedana me têk biçe”
Endamê PYD’ê Baran Haso jî got: “Plana me jiyana azad e. Bûna xwedî statû ye. Dixwazin me bê statû bihêlin. Lê hê ji mêj ve ev armancên wan têk çûne. Em mirovahiyê temsîl dikin, ew hişmendiya DAIŞ’ê.”
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Darmstadtê, Stuttgart, Frankfurt û Giessênê jî meşiyan û peyama Rojava ne tenê ye dan.
Li paytextan Rojava
Li paytexta Fransayê Parîsê bi deh hezaran kes ji bo Roja Rojava ya Cihanê daketin meydanan û wan bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Rojava’ dagirkeriya Tirk protesto kir. Çalakiyê ji meydana Republiqueyê dest pê kir. Bi hezaran kesî bi hev re got ‘Erdoganê Terorîst’. Nûnerê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bi rêya telefonê di mîtîngê de got: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Rojava dixwaze demografiya herêmê bide guhertin. Divê hûn gelê me û dostên me yên li Ewrûpayê zêdetir xwedî li Rojava derkevin û pêşiyê li dagirkeriyê bigirin. Bijî berxwedana gelê me û berxwedan bi ser bikeve.” Çalakgerên Êlek Zer jî ketin meydanê û destek dan çalakiyê.
Bi hezaran Kurdistanç û dostên wan li paytexta Swêdê Stockholmê, li Meydana Sergelê hatin ba hev. Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat Johan Hassel xwest dewleta Tirk û çeteyên wê ji cihê dagirkirî derkevin. Hevserokê Kantona Cizîrê Telhat Yûnis ê ji Kobanê bi rêya telefonê beşdarî mîtîngê bû, got, gelê Rojava rê nade dagirkeriyê. Piştî xwepêşandanê, peyamên piştevaniyê yên Wezîra Karê Derva ya Swêd û gelek siyasetvan û rêveberan hate xwendin. Çalakî bi dirûşmên ‘Tirkiyeyê baykot bikin’, ‘Bijî YPG/YPJ’ û ‘Bijî Rojava’ bi dawî bû.
Li paytexta Skoçya Glasgowê, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî çalakikyên Roja Rojava a Cihanê girseyî bûn.
Li paytexta Katalonyayê Barcelonayê meşekê ji navenda bajêr dest pê kir û li pêşiya dikana fermî ya tîma F.C Barcelonayê veguherî mîtîngê. Çalakgeran êrişkariya qirker a dewleta Tirk şermezar kir û banga xurtkirina piştevaniya bi Rojava re hate kirin.
Li paytexta Spanya Madrîdê jî ji bo Roja Rojava ya Cihanê bi sedan kesî çalakiyek kir. Çalakgeran li pêşiya Wezareta Karê Derve navê 50 şervanên li Rojava şehîd bûne bi dengê bilind xwend. Çalakgeran deklerasyoneke ji 10 daxwazan jî xwend û pê ji hêzên navnetweyî kir pêşiyê li dagirkerî û qirkirina bi destê dewleta Tirk bigirin.
NAVENDA NÛÇEYAN