Ev çalakî, ku weke çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di guhertina têgihiştina Ewropiyan a li ser Kurdan de, roleke mezin dilîze. Çalakî di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpêkir û heta niha 600 kes bi 125 koman cihê xwe di çalakiyê de girtin. Di nava beşdarên çalakiyê de li gel Kurdistaniyan nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), PJKA, PYD, KODAR, Kon-Kurd, NAV-DEM, FEYKA, gelek hunermend û kedkarên çapemeniyê jî hebûn. Her wiha ciwanên komunîst ên ji pêkhateyên Eniya Çep a Frnsayê (FG), endamên Komeleya Dostaniya Kurd-Fransa ya Alsace û dostên Kurdan ên ji Elmanya, Holanda û welatên din ên Ewropayê tevlî çalakiyê bûn û destek dan.
Ewropî agahdar dikin
Heta hefteya 126. di Nobeda Azadî ji Ocalan re de, der barê armanca çalakiyê de 235 hezar belavokên bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî, zêdeyî 38 hezar broşurên li ser biyografiya Ocalan hatin belavkirin. Her wiha 35 hezar pirtûkên bi sernavê "Li Kurdistanê şer û aştî", 13 hezar broşurên li ser Komkujiya Parîsê hatin belavkirin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, nêzî 20 hezar 800 îmze hatin komkirin. Endamê komîteya amadekar a çalakiya nobedê Mûnzûr Emenkçî, encamên heta niha ji çalakiyê hatine wergirtin û nêrîna Ewropiyan a li çalakiyê, ji ANF'ê re nirxand. Endamê komîteya amadekar a çalakiyê Mûnzûr Emekçî diyar kir ku di nava 29 mehên çalakiyê de rojane bi dehan kesan re diyalog hatiye kirin û der barê pirsgirêka Kurd, rewşa Ocalan û qedexeya li ser PKK'ê de agahî hatine parvekirin.
Hestiyarî çêdibe
Emekçî da zanîn ku heta niha derfet hatiye dîtin bi 50 hezar kesî re yekser diyalog bê kirin û anî ziman, ku Elman, Fransî û Belçikî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê didin. Emekçî sedema ve eleqeya zêde jî wiha anî ziman: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Rojhilata Navîn de beriya niha nirxandin kiribû, pêşdîtin û hişyariyên wî hebûn. Bûyerên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kurdistan, Sûriye û Iraqê rû dan, pêş dîtinên Ocalan bûn. Bêguman vê rewşê bala Ewropiyan kişand û her Ewropiyên em pê re axivîn, ev yek anîn ziman.
ANF/STRASBOURG