NAZIM DAŞTAN / MA / EYN ÎSA

Hêzên navneteweyî û welatên herêmê, têkildarî Sûriyeyê, li Astana, Stenbol, Tehran û Soçiyê gelek civînên çareseriyê li dar xistin, lê di van civînan de çaresî derneket holê. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li axa Sûriyeyê û bi gelên Sûriyeyê re ji bo “Çareseriyê” di demên dawî de gelek komxebat li dar xistin. Yekemîn komxebata “Çareseriyê” di Tirmehê de hatibû li darxistin. Li navçeya Eyn Îsa a Kantona Girê Spî pêr bi dirûşmeya “Ji bo ji nû ve avakirin û bipêşxistina Sûriyeyê” Danûstandinên Sûrî-Sûrî hatin lidarxistin, ev hevdîtin û komxebeta hanê doh bi dawî bûn.

Di komxebatê de, mijarên “Rewşa mirovî”, “Aborî”, “Avakirina pergalê”, “Di çareseriyê de rol û rista têkoşîna jinan”, “Destûra Bingehîn a Sûriyeyê” û “Hevparbûna muxalefetên Sûriyeyê wê çawan bi pêş bikeve” hatin niqaşkirin. Ji her herêma Sûriyeyê delege beşdar bûmn û hejmara wan 100 bû. Rewşa Efrînê jî mora xwe li komxebatê xist.

‘Divê ji bo xizmeta gel be’

Yek ji beşdarên civînê, siyasetvan û delegeyê komxebatê Xeyas Neyisî Teyar, diyar kir ku ji bo çareserkirina krîzê, divê danûstandinên wiha zêdetir bên lidarxistin û got, “ Divê Sûriyeyî xwedî çareseriya Sûriyeyê derkevin. Bila ti kes li ser navê wan di civîn û platformên cuda de biryaran negire. Hevdîtinên li ser axa Sûriyeyê pêk bên, ji bo çareseriyê xwedî girîngiyeke mezin in. Ti hevdîtinên li Astana, Soçî, Stenbol û Tehranê ne çareserî ne. Ji ber vê yekê, em ti civîn û hevdîtina derveyî welat muxateb nagirin.”

 
   

Tirkiye pirsgirêk e

 

Hevseroka meclisa herêma Efrînê, Şîraz Hemo diyar kir ku aliyên beşdarî Danûstandinên Sûrî-Sûrî bûne, dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa Sûriyê red dikin, ji ber ku dewleta Tirk rêya aştî û çareseriyê li Sûriyê asteng dike.

Şîraz Hemo li ser miajrê wiha peyivî: “Di Danûstandinên Sûrî-Sûrî de diyar bû ku hemû aliyên opozîsyon û partiyên siyasî, dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û hemû herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red dikin û wan teqez kir ku destwerdan û dagirkeriya Tirkiyeyê yek ji sedeman e ku temenê aloziyê dirêj dike û rêya çareserî û aştiyê asteng dike.”

Li ser nîqaşên ku di danûstandinan de li ser rewşa Efrînê, Şîraz Hemo got, “Berxwedana Efrînê da xuyakirin ku kes nikare nasnameya gelê Efrînê biçewisîne. Çawa Kobanê tola xwe ji DAIŞ`ê rakir, Efrîn jî wê tola xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê rake.”

Hevseroka herêma Efrînê, Şîraz Hemo wekî din wiha bang li civaka navneteweyî kir: “Divê civaka navdewletî û rêxistinên mirovî li hember dagirkeriyê tevbigerin û zilma li ser şêniyên Efrînê, bidin sekinandin. Hewl bidin ku dewleta Tirk ji Efrînê derxin.”

 

ANHA / EYN ÎSA