Berê çend pirs:
Niha Kurdan welatê netewa Tirk dagir kiriye? Kurdan ziman û çanda Tirkan qedexe kiriye? Kurdan navên cîh û warê Tirkan guheriye? Ma Kurdan pênc hezar gundên Tirkan wêran kiriye? Gelo Kurdan daristan û bingehê jiyana Tirkan sotiye? Ma Kurdan li bajarên xwe Tirk lînc kirine? Ji ber van pirsan, ez ê vê mijareyê piçek vekim.
Di cihanê de netewperestiya herî nijadperest û bêbext ya serdestên Tirk e. Lew re netewa Tirk ne li ser hêmanên çandî, rîçal û dîrokeke resen, dijê wê, bi destê serkaran ji jor ve wek avahiyeke bêkêr li ser bingehên komkujî, inkar, bişaftin, talana çand û zimanên gelan bi awayekî sûnî û kotekê hatiye demezirandin. Ango netewbûneke xwînîn e.
Li gel vê mentalîte û mejiyeke wisa afirandine, çawa ku netewperestiya Tirk rengê bêlayanî, înternasyonalîzîm û yekitiyeke xwedayî be! Lê li xwe û mafê xwe yê xwezayî xwedî derketina gel û netewên din, xwerû ya Kurdan jî, çawa ku nijadperestî û tiştê herî kirêt be! Ev di giyana hemû endamên wê netewa sosret de dane rûniştin.
Di salên heftê û heştêyî de dema mirov bi çepgirên Tirkan re (bê cûdahî, gişt) dikete nava niqaşê, bi saetan bi Tirkî nîqaş dikir û peyva Tirkiyê bikardanî, mirov nedibû netewperest, lê ku mirovan xwe şaş bikira, yek gotineke Kurdî bikarbaniya û carekî "Kurdistan" bigota, mirov di cîh de wek netewperest dihat tewanbarkirin.
Çepgirên wan ji xortên Kurd yên baş Tirkî nedizanîn re bi awayekî bê sinc digotin: "De biqeşite, biçe berê fêrê Tirkî be, hê were, bi me re nîqaş bike!“ Yan jî bi Tirkiya cîwanên Kurdan tinazê xwe dikirin. Ev jî rastiya nijatperestiya çepgirên kemalîst bû.
Niviskarê Zemanê yan jî Fetullahcî C. Uşşak dibêje: "Bila Tirk fermandar û Kurd jî leşker bin!“ Rast çi cudahî di navbera vê gotinê û gotina wezîrê wanê berê M. Esat Bozkurt de heye. Ma ev ne nijadperestiyeke kirêt e? Ma ji vê nijadperestir gotineke din heye.
Oral Çalişlar ê çepgirê demekê û qaşo lîbarele niha, ji bo Kurdên ne netewperest mînaka du parlamenterê di nava AKP'ê de dide. Ev mînak xapandineke gelek kone ye. Li gor wî dema Kurd di nava partiyên Tirkan de be, nabe netewperest. Ango dema partiyekê bi navê Tirkan be înternasyonalîst, lê ku bi navê Kurdan be, netewperest e. Xiniziya kone ev e.
Hemû kolomnîst û kesên wan ên bi qelem, di her mijareyê de, li gel gotineke bi Kurdan xweş tê, bi awayekî sextekarî Kurdan biçûk dixin, yan jî êrişê anora Kurdan dikin.
Li gor wan dema Tirk bi Amêrika, welatê Ewropayê û yên din re têkilî dayne, tişteke gelek normal û dîplomasî ye, lê ku Kurd bi wan welatan re têkiliyê dayne, dibe cahş û gasik. Nijadperestiya wan a herî sextekar jî di vê dek û dolabê de ye. Her çendî bi xwe caşên emperyalîstan, yên herî sadiq in jî, hemû tevgerên Kurdan bi vê awayî bi caşitiya emperyalîstan tewanbar kirin û dikin.
Niviskar, rewşenbîr û polîtîkwanên wan tim dixebitin ku qaşo aqil bidin me, yan jî bi navê me hin tiştan bibêjin. Çawa ji me re bibêjin ku hûn nezanin, em ji bo we bibêjin û bikin. Ev jî êriş û heqareteke herî mezin û nijadperestiyeke herî şoven e.
Ango ji gundiyên wan bigirin hetanê polîtîkwanên wan, ji dînên wan bigire hetanê qaşo baqilê wan, ji nezanên wan bigire hetanê profesorên wan, tev de bi heman helwest û heman fêlên kirêt nêzîkê Kurdan û kêm netewan dibin.
Ev rastiya wan ji sîstema perwerdeya wan tê. Perwerdeya wan li ser du bingehan rûnştiye. Yek Tirkayetî, du wêneyê dijmin. Dijmin jî li ser du beşan dabeş dibe. Dijminê der û yê hundir. Dijminê der; her kirêt, bêbext û ji bo têkbirina netewa Tirk her tiştên xirab dike. Dijminê hundir (em Kurd); bê mejî û femkor e, dijminê der tim wan li dij netewa Tirk bi kartîne.
Lê wer xuyaye ku ev netewperestiya ji nijadperestiyê jî derbazbûye, êdî wek bûmerangê bi weş çûye, serê gelek gel û netewan êşandiye, lê niha jî vegeryaye û li serê wan dikeve. Eyşiktiya wan jî, êdî nikane xwe veşêre.
‘Eyşik e, bi xwe şik e!’
Bi destpêkirina pêvajoya aşitiyê re nîqaşa 'netewperestî', yan jî; ji ber ku Kurd mafên xwe yên xwezayî dixwazin, wek netewperest tewanbarkirin derketiye pêş. Ev hem di nava çapemeniyê de û hem jî bi destên derdorên fêlxirab ve tê birêvebirin. Di rastiyê de ev kirina Tirkan wek vê gotina bav û kalan e: “Eyşik e, bi xwe şik e!”