Ciwanê bi navê Eyûp Xelîl ku li Bradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bû, saleke di destê PDK'ê de girtî ye. Di çalakiya mertalên zindî de ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Bradostê dest pê kir, asayîşa PDK'ê ciwanê bi navê Eyup Xelîl girtibû. Salek di ser girtina Eyûp Xelîl re derbas bû. Xelîl ê ji destê asayîşa PDK'ê gelekî êşkence dît, hîn dernexistine pêşiya dadgehê jî. Ji bilî çend hevdîtinên malbata wî heta niha agahî jî jê nayê girtin. Her wiha 4 kesên bi navê Fîlal, Kawe, Cemal û Hazim Şebaz ên par tevlî serhildana Şêladizê bûn 7 meh in di destê PDK'ê de girtî ne. ANF/HEWLÊR