Bi berfînan re berfa mirinê ya li ser min kom bûbû qelaşt û roj silav kir.
Bi inyad û hêrsa li dij Reşemiyê
Tevî hezar rengê xwe; ji yên xwestin Roja min tarî bikin re dibim bersiv.
Ez Adar im...
Li qadên pîrozbahiya cejna jinan qêrîna dayikeke dildojeh im.
Dayikên ku delalê ber dilên ber dilê xwe, keç û lawên xwe diyarî dane rêçika azadiyê.
Tilîliya keça kurd im;
Kaç kurd a cenazeyê birayê xwe yê şehîd de bi hineya zavatiyê pêşwazî dike.
Durişm im ez..
Durişma jina kurd û hemû jinên cîhanê..
Durişma li dij koledarî, mêtîngerî, cudakariyê ji qadan bilind dibe...
Ez Adar im...
Evîneke çilmisî me li Qamişloka Evînê...
Li Kobanî, li Efrînê, li Serêkaniyê...
Li pişt min têlên rêsayî, mayinên bêbext, kemînên leşkerê Romê...
Li pêşiya min keriyên nijatperestan, hovên serdemê û hêzên rejîma zordest.
Hezar kemîn, hezar xiyanet, hezan lîstîk li dora min hatine hunandin.
Bi çavsorî, bi hovîtî êrîşî min dikin.
Lê ez serî na deynim, na tewim, na şikim û na revim..
Li ber xwe didim birîndar dibim. şehîd dikevim
Lê hêviya min a azadiyê mezintir dibe..
Ez Adar im...
Adar a li Helepçe birîndar...
Di dilê min de pênc hezar kaniyên xwînê
Pênc hezar kenê li ser lêvan cemidî
Û pênc hezar evînên nîvco mayî hene.
Êşa min ji bêhna xerdelê ye.
Bê nefes, bê ronahî hatime hiştin.
Bûme qurbana bazirganên mirinê yên sedsalê...
Ez Adar im..
Roja nû Newroz im.
Dibin mîzgîniya dem û serdemên nû.
Çirûskeke agirim.
2626 selin tu tûfanan, tu lehiyan û tu erdhejan nedikarî min bitefîne.
Siftiya herî tund a demên tarî, bi roniya xwe min têk bir.
Bûm heviya bindestan.
Bûm meşaleya azadiyê
Ji Mezopotamyayê li çar hêlên Rojhilat û cîhanê belav bûm.
Ez Adar im...
Adar im, Gabar im..
Mîna Egîd leheng, mîna Egîd dilsoz
û mîna Egîd çeleng im.
Hêlîna efsane û destanên qehremaniya Kurd im.
Mîna Egîd bedew dijîm
Mîna Egîd bêtirs diçim ser xayinan
Mîna Egîd axa pîroz himbêz dikim.
Wek canekî dikevim himbêza axê
Di her Adarê de dibim hezar Egîd
û bi berfînan re serî hildidim.
Ez Adar im...
Bi qêrînim, bi girînîm û birîndar im
Ez Adar im...
Qamişlo, Kobanê, Helepçe û Gabar im..
Ez Adar im...
Cejn im, şahî me, evîneke ji AR im.
AZÎZ OGUR