HEYSEM MISLIM/REQA/ANF


Têkoşîn Apocî yek ji şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê ye. Tevî hevalên xwe berî bi demekê hatin Reqayê û li kêleka şervanên QSD’ê ji bo rizgarkirina vî bajarî şer dikin. Çawa ku ji tevahiya civaka Êzîdxanê, zirar li mmirov, can, milk û malên xelkê bû, di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de 12 kes ji malbata Têkoşîn ketin destê DAIŞ’ê.

Têkoşîn dibêje, “Haya me jê heye ku hin jê hatine kuştin, lê hinek jî em nizanin bê çi bi wan hatiye. Li Reqayê her gavê, çavên min li derdorê digere. Mîna ku li bendê me kesek ji malbata min derkeve pêşberî min.”

Têkoşîn ku berê qet navê Reqayê nebihîstibû tîne ziman ku bi firotina dotmama xwe û meta xwe, wê navê vî bajarî bihîstiye. 


Belkî ferman ranebûya

Têkoşîn dest nîşan dike, ku navê vî bajarî her tim di guhê wê de dike zinginî û wiha dewam dike: “Dema ku fermandariya me biryar da ku şervanan bişîne Reqayê, ez pirr kêfxweş bûm ku bêm Reqayê. Ez hatim, lê niha her ku çavê min li avahiyên nava bajêr dikeve, ji xwe dipirsim ‘gelo çend jinên Êzîdî li van avahiyan dijîn. Gelo çeteyan ew sax hiştine’. Ez diêşim û xemgîn dibim.”

Têkoşîn ji bajarokê Gir Zerikê ye, ku li başûrê Şengalê ye. Têkoşîn dibêje, “Min qet xeyal jî nedikir rojekê ez rahêjim keleşkofê û şer bikim. Xweziya min xeyal bikira belkî ev ferman jî nehata serê me.”

Di dawiyê de dibêje, “Lê ez kêfxweş im ku îro ez û hevalên xwe li vir in ji bo em bersivê bidin her êş û fermanê.”


Di oxira rizgarkirina sivîlan de

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêr bi şev li taxa Nezlit Şehadê ku li başûrê Reqayê ye, derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê kir. Di encamê de 7 çete hatin kuştin.

Li heman taxê, sivîlên asê mabûn xwestin xwe bigihînin herêmên rizgarkirî yên di kontrola QSD’ê de, lê ketin kemîna mayînên çeteyan. Tîmên taybet ên QSD’ê li ser vê yekê zend û bendên xwe badan û bi dehan sivîl rizgar kirin. Di oxira rizgarkirina sivilan de du şervanên QSD’ê birîndar bûn û sivîl bi selametî gihîştin cihên bi ewle.

Li taxa Reqa ya Berê jî, di şer de 5 çete hatin kuştin. Li baskê bakur rojavayê bajêr li taxên Berîd û Nehdayê, di şer de 4 çete hatin kuştin.