- Dayika Leyla Atabay, Eynê dibêje ez bi keça xwe serbilind im, û ji bo ji wê û halê wê fêm bike jî kitêbên wê dixwîne. Ew dibêje, ez her li ser rêya keça xwe me û bi îlhama jê jî helbest nivîsiye.
Leyla Atabay ji girtiyên azadiyê ye û ev 24 sal in di hepsên dewleta Tirk a dagirker de ragirtiye. Wê di hepsê de sê kitêb nivîsîn, ‘Nasnameya Konjonkturel (Saîd-Kurdî, Saîdî Tirkî, Saîdê Erebî), ‘Şikefta Fîlozofiyê’, ‘Mirovê xwe ji bîr dike’. Ajansa nûçeyan Jinnews bi dayika wê Eynê re peyiviye. Dayika wê Eyne Atabay her tim li pişt keça xwe bûye û dibêje, “hewl didim hêjayî têkoşîna keça xwe bim.”
Eynê û malbata wê ji Ebexa Wanê sala 1976’an ji ber erdhejê gundê Kele koçî Wanê dikin. Leyla wê demê xwendekara lîseyê bû û gelek ji pirtûkan hez dikir. Leyla li dibistanê jî serketî bû û her tim di lêgerînekê de bû. Gotinên Rêber Apo yên ‘Li şûna hezar salî bê wate bijîm, ez ê rojeke watedar bijîm’ dikin ku ew tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê bibe. Leyla piştî demekê di operasyonekê de tê girtin.
Ji sirgûnê ber bi sirgûnê ve
Piştî tê girtin, dadgehên dewleta Tirk a dagirker li Leylayê cezayê muebetê dibirrin. 15 salan li hepsa Mûşê a Jinan dimîne. Dewleta Tirk wê di 2011’an de jî sirgûnê hepsa Tîpa E ya Erziromê dike. 2 salan paşê sirgûnê Bayburtê û piştre jî sirgûnî Elbîstanê dike. Ji nîvî zêdetirê jiyana wê li hepsê derbas dibe. Dayika wê dibêje: “Di dema herî xweş ya jiyana xwe de hat girtin, wek bi hezaran ciwanên Kurd di nav çar dîwaran de hat hepskirin.”
Kitêbên keça xwe xwendin
Leyla sê pirtûkên bi navê ‘Nasnameya Konjonkturel (Saîd-Kurdî, Saîdî Tirkî, Saîdî Erebî), ‘Şikefta Fîlozofiyê’, ‘Mirovê xwe ji bîr dike’ derdixe. Eyne van kitêbên keça xwe dixwîne, û dibêje: “Ji bo ku ez bi tiştên hatin serê keça min zanibim, divê pirtûkên wê bixwînim. Her ku min xwend, nêrîna min jî guherî. Ji bo vê ez xwe bi şens dibînim. Di dema me de xwendina zarokên keç şerm dihat dîtin. Lê Leylayê bi hewasa min a xwendinê dizanibû. Tiştên li dibistanê Leyla hîn dibû, dihat hînî min dikir. Bi saya serê Leylayê ez hînî xwendin û nivîsandinê bûm.”
Helbest nivîsîn
Heta Eynê bi îlhama ji Leylayê girtî, helbest jî nivîsîne: “Ev 24 sal in, ez li ser rêya keça xwe me. Hewl didim hêjayî keça xwe bim. Helbestan dinivîsim. Dema diçûm serdana wê min digot, gelo wê sal biqedin, wê temen biqede. Hîna jî diçim û têm. Divê ez hêjayî keça xwe bim. Ez serbilind im.”
Helbesta ku Eynê nivîsiye jî wiha ye: “Dayîka min î dil awazî, Qêrîna teyrê bazî,
Te li dinyayê kir gazî, Qey tu ji xwe re tiştek naxwazî,
Hemû wek hev dibêjin hemû wek hev dixwazin,
Nabêjin Kurd û Tirk û Ereb û Laz î.”
WAN