Endama Parlamentoya Ewrûpayê, Malin Bjork a Swêdî, çûbû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê ku îro 103 roj in di greva birçîbûnê de ne. Wê berpirsyariya CPT’ê ya li hemberî tecrîdê bi bîr xist û got, ew ê şopdarê mijarê be.
Endama Parlamena Ewrûpayê (PE) ya Swêdî û wekîla Partiya Çep (Vansterpartiet-V), Malin Bjork, Çarşema bihurî çû serdana berxwedêrên Strasbourgê.
Bjork, bi Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç re hevdîtin kir û derbarê tenduristiya berxwedêran de agahî wergirtin. Wê piştgiriya xwe ya bi çalakgeran re jî diyar kir.
Malin Bjork, piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got, ev cara duyem e, ew diçe serdana berxwedêran û got, “Ev çalakî ji bo sazkirina demokrasî, mafê mirovan û aştiyê ye û berxwdêran ji bo pêkanîna van, rêbazeke gelek tehlûke ji bo xwe bijartine û rewşa niha tê de, gelekî krîtîk e.”
Malin Bjork çalakiya ku li pêşiya PE’yê bi beşdariya bi sedan kesan didome jî silav kir û got, “Têkoşîna Kurdan a ji bo aştî û demokrasiyê, ji bo tevahiya gelên herêmê ye.”
Bjork, bi bîr xist ku bi wesîleya rûniştina meha Sibatê ya PE’yê bi rayedarên CPT’yê re wê hevdîtin kiriye û got, CPT jî bi mezinbûna zext û berpirsyariyên xwe dizane. Bjork bal kişand ser mezinbûna berpirsiyariya CPT’yê ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û diyar kir ku ew ê bibe şopdarê mijarê.