Tecrîda li ser Ocalan bi dijwarî berdewam dike. Şerê gelê Kurd ya li dijî tecrîdê jî bi dijwarî berdewam dike.

***

Ev rojên gelekî giring in û pêjna dewsa mirinê li devê dergehê dilê min te.
Ev rojên hejmartinê ne û ez ji bo bi zimanê xwe bixivim, binvîsim û biqîrim dimirim. Ev rojên hejmartinê ne û ez dixwazim bi serokatiya xwe re, jiyaneke bi rûmet û azad bijîm. Hey hawar, ez ji bo van daxwazan tême kuştin.
Di roja 56'an de, êşa bedena min nermik bûye, qolincên  di bedena min de digerin min diêşînin, hestiyên skeletê laşê min diarin. Hawar, ev pêjna dewsa mirinê ye. Ez ji bo nasnameya xwe dimirim.
Ey cîhana bêdeng û xemsar, gelo mirina min heta kengî wê  di destê mirovên nexweş de be û wek destîniyek nayê guhertin bidome? Çend nifşan, çend heyaman, çend sedsalên din gelo?
Ey mirovahî, dengê hawar min bibihîzin, ev hawara mirinê ye, ev hawara li dijî faşîzma reş e.
Bibîne ey cîhana ku dinava bazirganiya selefkarî de dinale, mirina min bibîne û ji xwe bipirse;  gelo mirina min çima rewa tê dîtin? Kanî nirxên  mirovahiyê, kanî huquqê gerdunî, kanî peymanên şoreşgerî, kanî vijdan, kanî ademiyet, kanî ken û giriyên zarokên we?
Zarokên gelê Kurd li ber mirinê ey mirovahiya xemsar û bêdeng..
Xanedanî Xan Erdogan û zadeganên wî,  dînamîtan dikine bin nirxên mirovahiyê, mayinan di bedena mirovahiyê de bi cih dikin, napalman di pîroziyên erd û ezmanî de diteqînin. Ha ha derewan, ha ha şiltaqiyan, ha ha bêbextiyan dikin. Dixwazin ku îradeya gelê Kurd bişikînin.  Gelo, îradeya gelê Kurd, ne parçeyek ji nirxên kelih û bircikên mirovahiyê ye? 
Ey mirovahî, dilê min dikele, hinavên min dişewitin. Êşa bedena girtiyan di bedena min de dibe tay û bayê têr qolincî û cênikên min diarîne, mêjiyê min dileqîne.
Ey mirovahî, pêjna dewsa mirinê li ber dergehê 40 milyon Kurdî tê. Di van rojên ku pêjna dewsa mirinê li ber deriyê Kurdistaniyan digere, xewa gelê Kurd li wan diherime.  Roja gelêk Kurd bi tirs û beza hawarê derbas dibe, li devê dergehên girtigehan derbas dibe. Hêzên faşîst û paramilîterên dewleta AKPê, li kolanan, li malan, li meydanan, li kolanan,  li çiyan êrîşî gelê Kurd dikin.
Xanedanî Xan Erdogan, li nava çavên rayedarên ku xwe wek berpirsê  cîhanê dibînin, xwe berpirsê mirovahiyê dibînin dinêrin û derewan dikin. Bi derewên xwe re min dikujin. Hun kuştina min dibînin, lê hun deng nakin.
Çima gelo? Hun teva bi zimanê xwe naxwînin, xewnan nabînin, zaorkên xwe bi zimanê xwe perwerde nakin gelo? Gelo tenê ji bo min qedexe ye û sedema kuştinê ye?
Çima gelo? Hun teva  ne xwedî statuya siyasî ne û ne xwedî mafê jiyanake bi rûmet in? Gelo tenê ji bo min qedexe ye û sedema kuştina min e?
Ey mirovahî, kuştina min, mirina min tixubê exlak û ademiyetê, tixubê vijdan, rêbaz û huquq  derbas kiriye. Çima hun xemsar in, kerr û lal û ebkem in gelo?
Xwîna min ne şarab e, ne jî nektara qedîm ya Xwedawendan e, ji kesî re, erêêê ji kesî re nabe ab-i hayat.
Ey mirovahî,  girtiyên azadiyê, di girtîgehên Tirk de,  hawariyên aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn in. Gelo di sedsala bîstûyekê de jî, pêdivî bi zilm û zordestiya şêrên di arêna gladyatoran de heye?
Hey hawar, êdî be se, mirina min nekin xerza bazrganiya xwe ya selefkarî!...  

***
Bi mirina Arjen Arî, cîhana edebiyata Kurdî nirxekî xwe yê giranbiha winda kir. Em ji mlabata wî, ji cîhana edebiyata Kurd re, ji malbata Azadiya Welat re,  ji tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.