Hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî di ser me re bihurîn. Ya rastî ji bilî serketina AKP’ê ya bi darê zorê û ji bilî kêmkirina dengan a HDP’ê ku di encama darê zorê û dekûdolabên AKP’ê de bû, divê bi ya min Tevgera Rizgariya Kurd karibe wan tedbîr û gavan bi pêş bixe ku ev darê zorê jî pê nikaribe. Em navê wê eşkere lê bikin; HDP’ê hesabê milyonek dengî li xwe kêm kir, hem li Kurdistanê û hem jî li bajarên Tirkiyeyê dengên wê kêm bûn. Nîvê van dengan bi darê zorê û dekûdolaban kêm bûbin jî, nîvê mayî ji ber sedemên din in. Ez ê ti analîzên dûvdirêj nekim li vir. Ez ê li ser Kurdistanê rawestim. Li bajarên Serhedê û bajarên mîna Urfayê xelkê ku beriya bi çend mehan dengê xwe da HDP’ê çima dengê xwe hew dayê? Ez qebûl dikim zilma dewleta Tirk hebû û hilbijartin ji qewlê Selahattin Demirtaş ve “hîç adil nebûn”, lê ew nîvê din?
Bi ya min Tevgera Rizgariya Kurd ne xwedî siyasetekê ye ku karibe bi rastî jî himbêza xwe ji aliyê civaka Kurd ê nisbî mihafezekar re veke. Divê li ser çima û çawaya vê yekê mirov bihizire. Ez ne alîgir im mirov dema vê bike bi kite kiteyên dîrokî dakeve, lê bi rastiyên li meydanê dakeve bes e. Ji bilî nîşandana endamên dîndar û nisbî mihafezekar, xebateke bi rastî ya bi rêxistinkirina van derdoran bi rastî li meydanê nîne. Bi awayekî mafdar dema ku hesasiyet û xisletên komên cihê yên dînî û etnîk li ber çavan tên girtin, yên pirraniyê gelek caran tine têne hesibandin. Yan jî ji ber ku pirranî ye, talî tên dîtin. Mirov dikare vê yekê ne bi lipêşgirtina van hesasiyet û xisletan jî çareser bike. Dema ku ev derdor xwedî rêxistin, dem û dezgehên xwe bin di nava Tevgera Rizgariya Kurd de, hingê tesîra zora desthilatdariya dewletên dagirker li ser wan di her warî de kêm dibe.
Dema ev tesbît werê kirin, nabe mirov bibêje, divê ev rêxistina wan lawaz û qels be (ji ber mitaleyên cihê); divê ev bibe rêxistineke xurt a alternatîf a ku pirrengiyê, pirrdengiyê û demokrasiyê qebûl dike. Dema ev rêxistina xurt hebe, karibe bi dem û dezgehên xwe îfade bike û merama xwe bigihîne hawîrdora xwe û bi nasnameyên din re jî bi rengê xwe hebe, hingî bi hizra min wê ji bo hêzên dij-demokratîk ên weke AKP’ê ne mumkin be ku tesîreke mezin li wan bike. Û ev yek bi ser de jî rê li ber wê yekê veke ku pirraniyeke mezin a civaka Kurd li rêxistinbûyîna demokratîk bi reng û dengê xwe zêde bibe. Heke ne mumkin e em zêde cih bidin wan di çapemeniya giştî ya Tevgera Rizgariya Kurd de, hingê tecrûbeyên vê tevgerê bêguman hene ku bi wan re parve bike, da ku ew bi xwe karibin saziyên xweser ên çapemeniyê ava bikin. Ev bi tenê mînakek e, û dikare di warên din de jî were pêk anîn. Dema ev hat kirin, rê li ber amûrkirina baweriya xelkê bi giştî tê girtin li aliyekî, li aliyê din jî destê dagirkeriyê li Kurdistanê bi temamî tê şikandin.
Weke ku ji sernivîsa min jî diyar e, ez ê vê bibêjim, lê ji min nayê bipêjim. Belkî bibe minasebeta minaqeşekirina mijarê. Minaqeşe jî pirrî caran avis in li xêran.