Parlamentera HDP’ê ya nû 22 salî Dersîm Dag li Amedê hat hilbijartin. Parlementera ciwan Dersîm Dag dibêje: “Ez ê ji bo perwerdehiya zimanê dayikê bixebitin.”

Parlamentera 22 salî Dersim Dag  got ji niha de we dest bi xebatan kiriye û wiha peyivî:”Em li dijî polîtîkayên pişavtinê yên li ser ciwanên Kurd çareseriyan pêş bixin. Di serî de em ê ji bo perwerdehiya zimanê dayikê bixebitin. Ne tenê ji bo zimanê Kurdî, ji bo hemû zimanên din bibin zimanê perwerdê em ê bikevin nava hewldanan. Em ê bi hemû ciwanan re pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Pirsgirêkên ciwanan bînin rojevê

Dag, da zanîn ku ew ê daxwazên ciwanan bibe Meclîsê û wiha axivî: “Yek ji pirsgirêkên ciwanan ên din perwerde û bêkarî ye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê bixebitin. Rojeva me ya din jî rakirina OHAL’ê ye. Em armanc dikin ku polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan biguherin. Em baş dizanîn ji avakerên civakê ne. Berî her tiştî jinên hespî malan hatine kirin, em ê azad bikin. Em ê bi namzetên ciwan ên HDP’ê yên qezenc nekirin re xebatên xwe bi rêve bibin û projeyên xwe bixin pratîkê. Li Meclîsê ne ez, dê ciwan hebin. Ezê tenê weke nûner bim. Di Meclîsê de ezê bibim dengê ciwan û jinên ciwan.”