Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo bi hevkariya Şaredariya Gel û Meclîsa Tenduristiyê li bajêr ji bo piştgiriya perwerdeya bi zimanê dayîkê beriya demekê bi durişmeya “Ez ê biçim dibistana xwe”, pêngaveke dabû destpêkirin. Pêngav hê jî dewam dike û di çarçoveya çalakiyên pêngavê de herî dawî serdana dibistanên Hisên Mehmûd Xelef, El-Huriyê û Mihemed Selîm Xelef ên taxa Kornîş hatin kirin. Di serdanê de koma Şehîd Şervan û koma Şehîd Kisra yên girêdayî Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê amade bûn û dîmenên stran û dîlanê pêşkêş kirin.
Tenduristî jî girîng e
Di serdana van dibistanan de her wiha komeke Meclîsa Tenduristiyê amade bû û rewşa hemû şagirtan a tenduristiyê kontrol dikir. Di heman çarçoveyê de meclîsên şaredariyê yên bajarê Qamişlo paqijkirina dibistanan dewam dike û hemû pêdiviyên van dibistanan peyda dike.
Pêngav wê dewam bike
Endamê Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê Teyaro bang li hemû welatiyan kir da ku zarokên xwe bişînin dibistanan û xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevin. Pêngav heta ku serdana hemû dibistanên bajêr bê kirin wê dewam bike.
ANHA/QAMIŞLO