Ferhad Bendeş[/caption]
Bi xurtî wê doza xwe dewam bike
Ji ber kampanyayê rayedarên meqamê penaberan ên Awusturalyayê ew kirin nezaretê. Beriya bi sê rojan bi darê zorê ew ji otelê hat girtin û li Navenda Transît a Koçberiyê ya Melbournê (MITA) hat bicihkirin. Wî ji wir ji me re got, “Çi dibe bila bibe, ji bo edaletê, ji bo hiqûqê, ji bo azadiyê ez ê her dengê xwe bilind bikim. Bi darê zorê ez anîm MITA’yê. Ez ê çîz nekim. Ez ê karê xwe yê parastina mafên miletê Kurd, yên penaberan û yên kesên doza edaletê dikin bi xurtî dewam bikim."
Kordînatorê Koçberiyê li Awusturalyayê yê Rêxistina Efûya Navneteweyî (AI) Dr. Graham Thom got, “Ferhad Bendeş hema welê, bêyî ku rahêje malzemeyên xwe yên şexsî, birin MITA’yê, em li hêviyê ne wezaret vê meseleyê rave bike. Ferhad bi dengekî bilind mafên penaberan parastin. Ne mumkin e ku mirov qebûl bike ew ji ber vê yekê bê cezakirin.”
Li ser mijarê Dr. David Azak ji radyoya ABC re peyivî û got, mesrefên navendên ragirtinê gelek in, “eynî weke ku bi pereyê xelkê êşkencê li xelkê bikin. Demeke dirêj penaber li navendên ragirtinê bên girtin, ev dibe sedema xiasrên psîkolojîk. Ev jî li terîfa êşkencê ya Neteweyên Yekbûyî tê. Ev êşkence ye.” Ez ê çîz nekim
Li Awustralyayê bi hezaran pênaber li navendên ragirtinê girtî ne. Hunermendê Kurd Farhad Bandash (Ferhad Bendeş) jî bûbû mîna sembola van penaberan. Rayedarên Awusturalyayî ew kirin nezaretê. Wî beramberî vê got, "Çi dibe bila bibe, ji bo edaletê, ji bo hiqûqê, ji bo azadiyê ez ê her dengê xwe bilind bikim. Ez ê çîz nekim."
ALADDÎN SÎNAYÎC
Jiyana penaberan a ku ji bo jiyaneke xweştir dest bi rêwîtiyê dikin carinan vediguhere eziyeteke din. Carinan dikevin nav şert û mercên ji sedemên ji welatên xwe qut bibin, girantir jî. Ferhad Bendeş ê Kurd jî yek ji wan e û eev 7 sal in hêviya xwe ji dest nade.
Hunermendê Kurd ê li navenda ragirtina penabera a Awustralyayê, doza azadiyê dikir, bi gotinên “Di van şertên zehmet de ji bo ku dîn nebim, ez bi hunerê dadikevim. Em naxwazin bimirin. Beriya Covid-19 me bikuje me berdin. Ji bo jiyaneke insanî em koçber bûn ji welatê xwe.” Wisa jî ew bûbû dengê bi hezaran kesên li navendên ragirtinê yên Awustralyayê girtî.
Guantonamoya penaberan yan jî girava Manusê
Beriya bi 7 salan ew ji Rojhiilatê Kurdistanê derket û bû penaber. Lê ev 7 sal in di şertên hepsê de ragirtî ye. Girava Manusê ser bi Papua Gîneya Nû ye; û navendên ragirtina penaberan ên dewleta Awusturalyayê jî li vê giravê ne. Ev girava hanê berê bi rojnamevan û nivîskarê Kurd Behrouz Boochani (Behrûz Boçanî) diket rojevê. Ew jî 6 salan ragirtî mabû. Bi telefona xwe ya destan wî kitêba "No Friend But the Mountains: Writing from Manus Prison" (Ji bilî çiyayan ti dost nînin: Nivîsên ji Hepsa Manusê) nivîsîbû û xelata edebiyatê ya Victoriayê wergirtibû.
Muzîkjen û şêwekar Ferhad Bendeş jî 6 salan li Girava Manûsê ragirtî ma. Wî li wir, bi klîpên muzîkê, wêneyan û kampanyayan bal bire ser şert û mercên derveyî mirovahiyê yên li vê giravê penaber tê de.
Ji ber pirsgirêkên sihetê, beriya bi neh mehan ew li oteleke bi navê Mantra ya li Melbournê hat bicihkirin. Li vê hotelê di odeyên pirrkesî de bêhtirî 70 penaberî hatine bicihkirin. Ji ber krîza vîrusa koronayê ev tehlêukeyeke mezin bû ji bo penaberan û Ferhad Bendeş jî kampanyayek da destpêkirin.
[caption id="attachment_246514" align="alignleft" width="300"]
Ferhad Bendeş[/caption]
Bi xurtî wê doza xwe dewam bike
Ji ber kampanyayê rayedarên meqamê penaberan ên Awusturalyayê ew kirin nezaretê. Beriya bi sê rojan bi darê zorê ew ji otelê hat girtin û li Navenda Transît a Koçberiyê ya Melbournê (MITA) hat bicihkirin. Wî ji wir ji me re got, “Çi dibe bila bibe, ji bo edaletê, ji bo hiqûqê, ji bo azadiyê ez ê her dengê xwe bilind bikim. Bi darê zorê ez anîm MITA’yê. Ez ê çîz nekim. Ez ê karê xwe yê parastina mafên miletê Kurd, yên penaberan û yên kesên doza edaletê dikin bi xurtî dewam bikim."
Kordînatorê Koçberiyê li Awusturalyayê yê Rêxistina Efûya Navneteweyî (AI) Dr. Graham Thom got, “Ferhad Bendeş hema welê, bêyî ku rahêje malzemeyên xwe yên şexsî, birin MITA’yê, em li hêviyê ne wezaret vê meseleyê rave bike. Ferhad bi dengekî bilind mafên penaberan parastin. Ne mumkin e ku mirov qebûl bike ew ji ber vê yekê bê cezakirin.”
Li ser mijarê Dr. David Azak ji radyoya ABC re peyivî û got, mesrefên navendên ragirtinê gelek in, “eynî weke ku bi pereyê xelkê êşkencê li xelkê bikin. Demeke dirêj penaber li navendên ragirtinê bên girtin, ev dibe sedema xiasrên psîkolojîk. Ev jî li terîfa êşkencê ya Neteweyên Yekbûyî tê. Ev êşkence ye.”