Li nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê Nasir Yagiz li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 187 rojan di greva birçîbûnê de bû. Yagiz 26'ê Gulanê li ser banga Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Piştî ku çalakiya xwe bi dawî kir li Hewlêrê 24 saatan li nexweşxaneyê ma.
Siheta min baş e
Nasir Yagiz li ser siheta xwe û armanca çalakiya xwe peyivî û got, "Siheta min baş e. Rewşa bi tehlûke li pey min ma. Lê pirsgirêka min a sihetê hinekî maye. Dema ku dixwazin avê vexwim, yan jî xwarineke sivik bixwim, mîdeya min diêşe."
Yagiz diyar kir ku ew ê di dema pêş de li Başûrê Kurdistanê karê rêxistinî bike û got; “Ez ê hewl bidim ku di nava gelê Başûrê Kurdistanê de rêxistineke baş çêkim. Ez ê xebat û têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê dewam bikim. Kar ji bo yekîtiya neteweyî ya her çar parçeyên Kurdistanê bikim."
Êdî Nasir ciwanekî Hewlêrî ye
Yagiz di dewamê de malavahiya xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo xwedîderketina çalakiya wî kir û got; "Xelkê Başûr û tevahiya xelkê Hewlêrê kêliyekê jî ez bi tenê nehêlam. Bûn hêz û îradeyeke mezin ji bo min. Ez ê qet wê helwêsta bi rûmet ji bîr nekim. Dema ku parlamenter, jin û ciwanan serdana min dikir, îradeya min bi hêztir dibû. Bila êdî xelkê Başûrê Kurdistanê bizanin ku Nasir ciwanekî Hewlêrî ye û zêdetirî 6 mehan e ku bi hêz û îradeya wan li vir im."
Nasir Yagiz di dawî de malavahiya ragihandina azad jî kir ku peyam û dengê wî gihandin gelê Kurd û cihanê.
ROJNEWS/HEWLÊR