Xaltîka Sorê ya 75 salî, ku li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijî, ji ber kincê xwe yê kesk, sor û zer, bi cezayê pereyan hate cezakirin. 

Serî Gormez ku di nava Kurdan de weke Xaltîka Sorê tê naskirin, ji ber kincê xwe yê kesk, sor û zer doz lê hate vekirin. Dadgeha Elman 300 Euro cezayê pereyan li Xaltîka Sorê birî. Gormez ji ANF’ê re axivî û got, “Berdêla xwe çi dibe bila bibe ez ê vî kincî li xwe bikim û xwedî li sembolên xwe derkevim.”

Serî Gormez a 75 salî, ev 23 sal in li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijî. Gormez, di hemû xwepêşandanên herêmî û navendî de kincên neteweyî yên Kurdî li xwe dike.

Yek ji van çalakiyên ku Gormez tevlî bû, di 12’ê Mijdara 2016’an de li bajarê Kolnê pêk hat, ku rejîma Erdogan lê hate protestokirin. Gormez di vê çalakiyê de bû hedefa polîsên Elman. Dadgeha herêmî ya Kolnê, ji ber kincên wê pêr 300 Euro cezayê pere li Xaltîka Sorê birî.

‘Polîsan êrîş kir û kincên min veçirandin’

Gormez diyar kir ku ew ê li ber biryara dadgehê rabe û anî ziman, ku li şûna lêborînê ji ber mexdûriyeta wê jê were xwestin, ceza lê hatiye birîn. Gormez wiha qala serpêhatiya wê rojê kir: “Bi kincê xwe yê her carê li xwe dikim, tevlî meş û mîtînga li dijî dîktatoriya Erdogan bûm. Polîsê Kolnê li goşeyekê dema bi tenê bûm hate ji min re got, ku kincê min li xwe kiriye li Elmanyayê qedexe ye. Kincê ku li ber çavê wan qedexe, kincê bi rengê kesk, sor û zer e. Tiştekî din nîne.

Min ji wan re got, ku bi min re kincekî din nîne û tevî israra polîsan min ji xwe nekir. Piştre polîsan bi zorê kincê min çirandin û derxistin. Bi vî rengî li naverastê mam. Piştî vê êrîşa polîsê Elman, mirov hatin cihê ez lê bûm. Polîsê Elman xwest provokasyonê bike, min bang li mirovan kir, ku nekevin xefikê.”

‘Ezê her van kincan li xwe bikim’

Gormezê dest nîşan kir, ku mafê polîsê Elman nîne ku pêşî li xwedîderketina mirovan a li nirxên xwe yên neteweyî bigire û wiha dewam kir: “Mafê kesî nîne, ku kincê min ê ku min sembolên neteweyî yên Kurdan lê neqişandiye biçirîne û ji min bike. Ez miroveke xwedî nirx im. Sembolên têokşîna neteweyî ya Kurdistanê bi rêya terziyê bi her devera kincê xwe ve dikim. Û ez ê vê yekê dewam bikim.” 


 ANF/BREMEN