MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

Sonja Hamad: Yek ji xisleta jinên ku min wêneyên wan girtî ya herî darîçav ew bû ku bextewer û aram bûn. Dema min wêne digirtin hemû dikeniyan. Wan dizanî çima têdikoşin û ji bo çi li van çiyayan in.

Sonja Hamad, li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hesekê, weke keça malbata xwedî 8 zarok hat dinê. Sonja Hamad dibêje, bavê wê bi rejîma Hafiz Esad re ti carî li hev nebûye, û hîna 3 salî bûye, tevî malbata xwe koçberî Elmanyayê bûye. Hunermenda wênegir, Sonja Hamad heta niha li Portekîz, Hindistan, Fînlandiya, London, Hamburg, Berlîn, Munchen û  Dusseldorfê beşdarî pêşangehan bûye. Sonja herî dawî li Hambûrgê bi navê Jin, Jiyan, Azadî, pêşangeheke wêneyan vekir û di vê pêşangehê de me pê re sohbet kir.

Ruhê min ti carî ji wan deveran qut nebûye

Sonja Hamad, li ser jiyana xwe ya li Elmanya û vegera xwe ya Hesekê dibêje, “Ji bo jiyaneke xweştir em hatin Elmanyayê. Zarokatiya min nêzî bajarê Bielefeldê derbas bû. Dema bûm 15 salî min biryar da ka ez ê bibim çi. Beramberî wênegiriyê meraqeke min a mezin hebû. Min du salan karê reklamê kir, lê min fêm kir reklam ne ji min re ye; hingê min destûr ji patronê xwe xwest û çûm Sûrî. Piştî 21 salan min ê erdên ez li wan hatim dinê bidîtana. Piştî Şamê min berê xwe da Hesekê û gundê pêşiyên xwe. Li wan şiverêyan meşiyam ku wextekê bavê min li wan meşiyabû. Hingê min fêm kir ku ruhê min ti carî ji wan deveran qut nebûye.

Di nava mehekê de ku ez li wir mam, min wêneyên jinên bi darê zorê hatin zewicandin girtin, li serpêhatiyên wan guhdarî kir. Min serpêhatiyên wan li bin wêneyên wan nivîsandin. Pirraniya jinan digot, ew derveyî vîna xwe hatin zewicandin. Yek ji wan jî xaltîka min bû. Xaltîka min çendî got, ew paşê bextewer bû jî, li cem pirraniya jinan, bexreşî û xemgîniya wan ji dirûvê wan diyar bû. Wan jiyan weke qederê qebûl kiribû. Armanca min ew bû ez van jiyanan veguherînim belgeyekê.”

Azadiya bi rastî li çiyayan bû

Sonja Hamad paşê li Berlînê xwe li zanîngehekê qeyd dike: “Min 3 sal û nîvan wênegiriya belgekirinê xwend û beşa xwe bi dawî kir. Dema ku şer li Sûrîyê dest pê kir û min nûçeyên şervanên jin û mêr ên YPG û YPJ´ê dîtin, min got, ez divê biçim. Min got, heger wê wêneyên Kurdan bên girtin û serpêhatiyên wan bên nivîsandin, min got, herî baş Kurd wê vê bikin. Wênegirên dewletên rojava, bêhtir wêneyên şerî nîşan bidin, digirtin, ne yên jinan û jiyana wan. Merqa min wekî din ew bû ka serpêhatiya jiyana van jinan çi bû. Sala 2015´an ez çûm Sûriyê û min dest bi karê xwe kir. Di Newroza 2015´an de dema ku ez li Qamişloyê bûm, teqîn çêbûbû. Piştî ku ez demekê li wir mam, min berê xwe da Qendîl û Şengalê. Wekî din min li Kobanê jî wêne girtin. Li Qendîlê min gelek wêne girtin. Jinên ciwan gelekî hewesdarî vî karî bûn, jinên temen mezin bi xwe bi tedbîr û temkîn bûn. Gelekan nedixwest wêneyên wan bên girtin. Piştî ku di navbera me de semîmiyetek peyde bû, destûr dan ez wêneyên wan bigirim.”

Sonja Hamad bi kêfxweşî behsa bibîranîna wê demê dike:

“Yek ji xisleta jinên ku min wêneyên wan girtî ya herî darîçav ew bû ku bextewer û aram bûn. Dema min wêne digirtin hemû dikeniyan. Wan dizanî çima têdikoşin û ji bo çi li van çiyayan in. Bi rengekî hinavên wan aram dibûn.

Serpêhatiya wan dişibiya hev. Hemûyan ji bi rengekî ji zexta dewletên mêhtinger nesîbê xwe girtibû. Belkî ya ku ew li çiyayan anîbû cem hev belkî êşên wan bûn.”

Jin jiyan bi xwe ye

Li ser meraqa me ya ka navê pêşangehê çima ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, ew dibêje, “Jin jiyan bi xwe ye. ji ber ku herî zêde wean êş kişandiye, belkî jî herî zêde heqê wan e azad bin. Di gelek meşan de dema dihat gotin, ‘Jin Jiyan Azadî’ hingê min zêde mane lê bar nedikir. Lê li Qendîl, Şengal, Kobanê û di Şoreşa Roava de dema ku min ked û têkoşîna jina Kurd nas kir, min fêm kir ka ev sloganeke çiqasî girîng e. Ji ber rêza min ji têkoşîna van jinan re digirt, min tercîh kir vî navî lê bikim.”

Sonja Hamad wê destpêka Tebaxê pêşangeheke bi 30 wêneyên mezin jî veke. Pêşangeha wê ya li Hamburgê jî wê heta 16´ê Hezîranê li Hamburgê, li navnîşana Elligersweg 14 vekirîbe.