Joey Lawrence: Ez li vir im ji ber ku şexsî jî ev tesîrê li min dike. Rastî ev e, Tirkiye Sûriyê dagir dike û ew (şervanên Kurd) malên xwe diparêzin. Ez li ser vê mijarê ne bêalî me. Hisên min ên gelekî şexsî li ser wan mirovan hene.
Pêşangeha wêneyan “Ez ji êgir hatime” li muzexaneya li Emne Sûreke ya li Silêmaniyê dawiya hefteyê deriyên xwe li xelkê vekirin. 50 fotografên Joey Lawrence ên ku pirraniya wan portreyên şervanên Kurd in, bi çapeke taybet a gelekî mezin hatine amadekirin. Ev fotografên hanê bi pirranî di kitêba vî wênegirê Kanadayî ya bi navê “We came from fire: Photografs of Kurdistan´s armed strugle against ISIS/Em ji êgir hatin: Fotografên şerê çekdarî yê Kurdistanê li dijî DAIŞ´ê” de hatine weşandin.
Çapa wêneya ajansa fotografan a li Başûrê Kurdistanê Photography Metrography girtiye ser xwe. Tevahiya dahata ji vê pêşandanê jî wê ji Heyva Sor a Kurd re bê şandin ji bo alîkariya kesên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk mexdûr bûne.
Joey Lawrence ji Kurdistan 24´ê re ji rojnamevan Wladimir van Wilgenburg re ji bo pêşangehê dibêje, “Em niha ji bo pêşandaneke fotografan li Emne Sureke ne. Di heman demê de em pereyan weke bêş berhev dikin ji bo Heyva Sor a Kurd, ji bo alîkarên insanî yên li bereyên şer ên rojava. Ez wênegirek im, em her tişta ji me tê dikin da ku balê bibin ser meseleyê û di heman demê de piştgiriyê ava bikin bi gelê Rojava re.”
Ev pêşangeh çawa me berê jî nûçeya wê belav kiribû wê heta 11´ê vê mehê li serdana xelkê vekirî be, tevî 50 çapên wêneyan yên mezin. Beriya ev pêşnageh bê Silêmaniyê jî li bajarê Îtalyayê Logi û li bajarê DYE´yê New Yorkê jî bal biribû ser mijara têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ´ê.
Ne bê alî ye
Joey Lawrence vê helwêsta xwe jî bi wê yekê rave dike ku ew ne foto-rojnamevanekî bê alî ye, û ew wênegirekî portreyan e ku lêkolîneke çandî ya têkoşîna Kurdan û berxwedana dîrokî ya li dijî qirkirinê dike. Ew li mijarê hizrên xwe di dewamê de wiha dewam dike: “Ez li vir im ji ber ku şexsî jî ev tesîrê li min dike. Ez ne kesekî wisa me ku dikare ji xwe re li deveran bigere û xwe li wê yekê dayne ku foto-rojnamevanekî bê alî be.
Rastî ev e, Tirkiye Sûriyê dagir dike û ew (şervanên Kurd) malên xwe diparêzin. Ez li ser vê mijarê ne bêalî me. Hisên min ên gelekî şexsî li ser wan mirovan hene.”
Em dixwazin li Hewlêrê jî vekin
Midûrê rêveber ê Metrographyê Ahmad Najm jî ji van Wilgenburg re gotiye, wan berê (Hezîrana bihurî) bi hevkariya konsolosê Holandayê pêşandana wêneyan li Hewlêrê kiribû, lê hingê ji Rojava ti wêne di pêşangehê de nebûne. Ew dibêje, gava wan kitêba Joey Lawrence dîtiye, wan peywendî pê re daniye, da ku pêşangeha wî bînin Silêmaniyê.
Çima Emne Sureke? Li gorî Ahmad Najm, ew şerê heyî tîne bîra mirovan ê li Rojava û Qamişloyê: “Ev zirara li vê avahiyê bûye û tecrûbeya ji wan demên em penaber bûyîn, hemû bi hev re elaqedar in. Çîroka herêma şerî û wênegiriya portreyan. Mêvanan ji me re got, bi rastî jî gelekî bedew bûye. Em hêvî dikin vê pêşangehê li Hewlêrê jî daynin.”
SILÊMANÎ
Dîrokçeya Emne Sureke
Muzexaneya Emne Sureke di serdema Sedam de navenda Îstîxbarata Rejîma Baesê bû. Hem weke heps û hem jî weke êşkencexane dihat bikaranîn. Li vir bi hezaran mirov ketin ber êşkencê û gelek hatin kuştin. Heta ku dever sala 1991´ê hat rizgarkirin jî ev navend bi vê zilmê radibû.
Bi gotinên Midûrê rêveber ê Metrographyê Ahmad Najm dibêje, “Dîrokeke vê hepsê ya êşkencekirina sivîlên Kurd û Iraqî heye. Û niha ev şervanên ku portreyên wan bi dîwarên wê ve daliqandî ne, şerê dîktatorên din ên weke Erdogan dikin li Rojava.”