Ayşe da zanîn ku ew weke berê qezenc nake û weha domand: “Zîvê ku min bi destê xwe çêkirî li vê derê difiroşim. Ez sê sal e, bi karê çêkirina zîv re mijûl im, bi rastî jî jidil vî karî dikim. Li Êlihê atolyeya min heye, ez li gel xwişka xwe dixebitim. Heya ji destê me tê li gori daxwazên gel em dixebitin. Berê bi hezaran turist dihatin Heskîfê, niha bi qasi tiliyên destan jî nînin. ” Ayşe got, ew gelek ji dil û bi kêf karê xwe dike û got: “Divê mirov di her hunerê de cih bigire. Ji bo min jiyan dayina darekê, kevirekê yan ji zîvekê gelek girîng e. Nexasim jî huner gelek li jinan tê, huner û jin yek e.”
JINHA/ÊLIH