Siyasetvanê Kurd Selheddîn Demîrtaş li dadgeha dewleta Tirk li Enqereyê hat dadgehkirin. Dewleta Tirk dixwaze 142 sal ceza bide Demirtaş. Demîrtaş li zindana Edîrneyê rehîn girtî ye. Dadgeha wî du rojan dewam kir û bi dîmen beşdarî dadgehê bû ango bi sîstema SEGBÎSê. Dadgeha dewleta Tirk doza Demirtaş taloqî 2-3’yê Îlonê kir.
Demirtaş ji bo dadgehê parastineke dûrûdirêj kir û ji aliyê huqûqî zêdetir li ser aliyê mijarê yê siyasî sekinî û gotin di cih de be, dekûdolaba dewleta Tirk dixwaze bigerîne danî naverastê û huqûqa rezîl rûyê wê ya rastî nîşanî her kesî da. Em ê jî li vir çend gotinên Demirtaş nîşan bidin.
“Li derve kesên dest avêtine mirovan, dizek, talanker û şêlanker digerin û nayên mehkemekirin. Di rewşeke welê de ez li hucreya xwe ya gelekî hişk dor lê hatiye girtin bi rûmet û heysiyeta xwe dimînim…eger Selheddîn Demirtaş doza berdana xwe li we bike bê şeref e…
Dozger herfên serê Kurd û Kurdistanê hemû piçûk nivîsandine… ez Kurd im, û welatê min jî Kurdistan e. Ez jî ne tenê herfa serê Kurdistanê ez hemû herfên Kurdistanê mezin dixim zabitnameyê…
Kurdistan cografyayek e. Sînorên wê yên siyasî tineye, lê sînorê wê yê sosyolojîk heye. Kurdistan navê cografyayeke qedîm e. Ma ji ber ku dozgerê Elezîzê xwestiye ez ê jê bigerim ? Bila bibexşînin. Ez Kurd im. Ez hezar salî jî di zindanê de bimînim ez Kurd im…
Tu yî bibêjî Rûmelî, lê nebêjî Kurdistan. Ma tiştekî wisa heye ? Min di axaftina xwe de jî gotiye, eger em Kurdistanê weke dewleteke cuda pênase bikin em hîç ji vê natirsin. Em ê bibêjin…
Kurdistan ji aliyê dîrokî û cografî ve heye, weke realîte heye. Hûn û dozgerên xwe, hûn hezar hukmî jî bidin dîsa jî Kurdistan heye. Cografyayek e, û welatê min ê dayikniştiman e. Beşekî wê yê mezin dikeve nava sînorên Dewleta Komara Tirkiyê…”
ANF /ENQERE