Bi heyret ez berê xwe didimê ku hîna nê 30 hezar kesî ev kampanya mohr kiriye. Li ser vê jî bi derdora xwe re li ser meselê hin hewldanên min ên axaftinê çêbûn. Bi pirranî girîng nayê dîtin, hin kes jî pirr zehmet dibînin îmzekirinê.
Heyla malnexerab, çawa ne mihim e. Yek ji wan tiştan ku qehremanî û fedakariyên mezin hewl dide bi cih bînin ew e ku tevgera rewa ya rizgarîxwaz a Kurdistanê di nava raya giştî ya cîhanê de jî wisa were dîtin. Niha kampanyayek heye ku xizmeta vê armancê dike, tu dibêjî ne mihim e. Ma halo, welê, wisa dibe ji bo xwedê!? Ketina ber lêpirsînê ya di vê lîsteyê de bicihkirina tevgereke rizgariyê bi serê xwe jî hêja ye ku mirov 10 saniyeyên xwe lê bide; ma ne wilo ye? Tu wê bi çî ser malpera daxwaznameyan a Qesra Spî (ya herî hêsan ew e tu li ser google´ê bi peyvên "Petition White House PKK li encaman bigerî; encama pêşî ya vê kampanyayê ye; yan na li jêr navnîşan jî heye û di resm de jî tu dikarî bibînî); li wir li deverên diyar tu wê navê xwe (First Name), paşnavê xwe (Last Name), e-maila xwe (Email Address ) binivîse (ZIP CODE jî heye ku pê koda posteyê ya devera tu lê tu dikarî binivîsî, lê ne mecbûrî ye) û paşê jî pê li "Sign Now" bike. Ji bîr neke paşê tavilê li e-maila xwe binihêre, lewma wê ji te re e-mailek were şandin, piştî ku te di vê e-mailê de pê li girêdana ji te re hatî şandin kir, navê te li nav yên îmzekirî zêde dibe. Karê deh saniyeyan e.

Lê na heke tu dibêjî ne mihim e, ti gotinên ez ji te re bibêjim nînin, ez ji wanên ku difikirin mihim e re dibêjim, derdora xwe ji vê kampanyayê haydar bikin û beriya 9´ê îlonê 100 000 îmzeyên hewce ji bo nîqaşkirina mijara ji lîsteya rêxistinên terorîst rakirina navê PKK´ê tema bikin. Ji bîr nekin, ji her kesî bipirsin ka gelo îmze kiriye yan na! Hema tana bidin yên îmze nekirî, mihim nebînin jî bi tanan wan aciz bikin. 


whitehouse.gov


LUQMAN GULDIVÊ