
NÎMET OLMEZ / MA / WAN
Dengbêj Meryem Tuncer a koçber, koçberiya xwe ya mişt ji êşê û ji azarê bi kilaman îfade dike. Tuncer dibêje, dema bûyerek êşbar, mirinek an jî bûyereke civakî çêbe ew kilamekê dinivîse û wiha dewam dike: “Arşîva min di kûrahiya dilê min de veşartî ye. Ez dengbêj nînim, ez derdbêj im.”
Dengbêj Meryem Tuncer a 41 salî ku li Taxa Firatê ya navçeya Artemêtan a ser bi Wanê dimîne, jiyana xwe ya koçberî, êş û azarên ku bûye şahidên wan bi kilaman vedibêje. Tuncer li gundeki Şirnexê hatiye dinê, paşê koçberî Cizîr, Edene û herî dawî jî Wanê bûye. Dema Tuncer biçûk bûye dê û bavê wê mirine. Tuncer wan salên xwe yên li sirgûnê û hesreta xwe ya ji bo gundê xwe bi van gotinan vedibêje: “Ez dengbêj nînim, ez derdbêj im.” Tuncer tîne ziman ku dema ew li Eyşe Şan, Meryem Xanê difikire li hemberî zor û zehmetiyan ew xwe radigire.
Newayên kilaman ji hesreta dil tên
Dema Meryem Tuncer hîna 14 salî ye, wê bi pismamê wê re dizewicînin. Tuncer diyar dike ku wê li ser xwişka xwe Sultan ku li nav refên PKK’ê jiyana xwe ji dest daye û nizane gora wê jî li ku derê ye, li ser bavê xwe û dayika xwe ku dema ew li Edeneyê bûn hat girtin, gelek kilam çêkirine. Li ser mijarê Meryem Tuncer dibêje, “Min hesreta di dilê xwe de tim bi kilaman veguherand huner.”
Guhdara Eyşe Şanê û gunehbûna stran gotrinê
Tuncer dide zanîn ku hîna dema ew zarok bû meraqa wê ji bo dengbêjiyê hebû, dibêje, ji bo ew guhdariya dengbêjê bi navê Salih bike bêyî guh bide berf û baranê ew bi saetan dimeşiya û wiha dewam dike: “Wê demê ne înternet, ne televîzyon û ne jî radyo hebûn. Her tişt bi xeberoşk, kilam û dengbêjiyê dibû huner. Tenê teybeke me hebû û min jî guh dida kilamên Eyşe Şanê. Dema bavê min dixwest ez vemirînim, min jî teyb dibir mala apê xwe û li wir guhdariya wê dikir. Berê dema keçekê stran bigotana şerm bû, heta guneh bû.”
Şer jî êş jî neqediyan
Merhem Tuncer diyar dike ku hîna ew çênebûbû wê zilm nas kiriye û wiha dewam dike: “Dema ez di malzaroka diya xwe de 8 mehî bûm, esker bi ser gund de digirin û êşkenceyê li her kesî dikin. Ji ber êşkenceyê diya min, ez 8 mehî anîme dinê. Ji roja ku ez çêbûme heta niha ne êşên min qediyan û ne jî şer. Paşê bavê min mir û apên min hîna ez 14 salî bûm, ez bi kurê apên min re zewicandim. Pirr biçûk bûm û min digot qey ji bo lîstikê ez çûme wê malê.”
Meryem Tuncer behsa koçberiyê jî dike û dibêje, “Sala 1988’an bi operasyonên ewil gundê me hat valakirin. Ji neçarî me koçî Cizîrê kir. Wê sala Seddam Hisên çekên kimyewî avêtibû Helebceyê. Em û malabateke ku tevî zarokên xwe ji wê komkujiyê filitîbûn, me koçî Edeneyê kir. Tevî malbatekê tam 5 salan em di avahiyeke înşaet de man ku hundurê wê nehatibû çêkirin. Mezina malê ez bûm. Ji ber vê, carinan barê diket sere milên min bi min giran bû. Min her 5 zarokên xwe jî di wê înşaeta ziwa de anîn dinyayê. Dema me ji gund koç kir, hemû xizm her kes bi cihekî ve belav bûn. Hin ji wan çûn Iraqê hin ji wan çûn Stenbolê. Paşê xwişk û birayên hevjînê min em vexwandin Wanê û me jî ji Edeneyê bere xwe da Wanê.”
Dev ji dozê bernede
Meryem Tuncer li Wanê tevî hevjînê xwe li çewlîgeke heywanan xebitîne, lê hevjînê wê sala 2007’an wefat kiriye. Zehmetiyên paşê jî Meryem Tuncer wiha rave dike: “Mecbûr mam ku bi tena serê xwe li her 5 zarokan binihêrim û her bihar min li çiyayan siyabo, kereng, mend û pincar û giyayên din berhev dikirin û difirotin. Tam 7 salan min li çiyayan giha berhev kirin û bi wan min debara zarokên xwe dikir. Kurê min ê mezin di berdêla 5 nanan de li firinekê dest bi kar kir. Piştî mirina hevjînê min, li Edeneyê diya min hat girtin. Bi salan hem min li zarokên xwe dinihêrî hem jî ji bo serdana diya xwe diçûm Edeneyê. Dema di girtîgehê de bû jî ji min re digot, dev ji vê dozê bernede. Ez jî tim li vê difikirim û min di nav têkoşîna jinên Kurd de cih girt.”
Serpêhatiya jinan e Gula bavfile
Tuncer behsa Kilama “Gula Bavfileh” kir ku li ser jina ciwan a bi navê Gulê ye ku xirîstiyan e. Axayê bi navê Mûsa çav berdaye Gulê. Jixwe, 3 hevjînên axa hene û bi ser de Gulêya bedew jî dixwaze. Her cara ku Gulê ji bêriyê vedigere, axa pêşiya wê digire û ji bo pê re bizewize bi ser wê de diçe. Lê bele Gulê qethiyen qebûl nake: “Rojekê Mûsa axa ji Gulê re dibêje ya tu wê bibî Misilman û bi min re bizewicî yan jî ez ê serê te jê bikim û diranên te bi kelbetan bikişînim. Li ser vê gulê jî dibêje; tu stûyê min jê jî bikî û diranên min bi kelbetên jî bikişînî, ez ê dîsa jî dînê te nehebînim.”
Dilekî fireh e arşîva wê
Meryem Tuncer diyar dike ku wek jinekê ew ji sala 2010’an ve di nava civakê de jî distrê û wiha dipeyive: “Konê aştiyê hatibû vedan. Jinên li kêleka min zaf israr kirin. Wê çaxê diya min hîn di girtîgehê de bû. Min strana ‘Ax lê dayê’ çêkiribû. Min cara ewil ew stran li wir got. Dengê min bala gelek kesan kişand. Paşê bûm endamê Komeleya Dengbêjên Jin. Paşê hêdî hêdî min dengbêjî bi malbat û derdora xwe da qebûlkirin.”
Meryem Tuncer dixwaze her kes xwedî li nirxên çanda Kurdî derkeve û dibêje, “Dema bûyerek êşbar, mirinek an jî bûyereke civakî çêbibe kilamekê dinivîsim. Gotinên hemû kilamên ez dibêjim û dinivîsim di bîra min de ne. Arşîva min di kûrahiya dilê min de veşartî ye.”