Cenga Mezin’ ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li navenda Reqayê li dijî DAIŞ‘ê dan destpêkirin bi pevçûnên dijwar didome. QSD, hem ji hêla eniya rojava û hem jî ji ya rojhilata ve bi nav bajêr ve diçe û li her cihên ku rizgar dikin bi sedan Reqayiyan jî ji esaretê xelas dikin. Zarok, jin û extiyarên ku tên rizgarkirin di korîdorên her du eniyan de tên derbaskirin û ji bo herêmên ewle tên veguhestin. Di dema rizgarkirina ji esareta 4 salan de herî zêde jin û zarok kêfxweş dibin û jinên ku tên azadkirin pêşî şervanên YPJ’î wan pêşwazî dikin. Jinên tên rizgarkirin YPJ’iyan hembêz dikin û bênavber maç dikin. Yek ji van jinan jî Fatma Hesen e. Hesen kêfxweşiya azadiyê bi derxistin û avêtina çarşefa li ser xwe nîşan dide. Fatma Hesen a 18 salî tevî malbata xwe ji korîdora ku di navbera taxên Deriye û Sebehiyeyê hat vekirin de xwe gihand qada bi ewle. Ji bo bê cem şervanên QSD’ê, rêwîtiyeke zor û zehmet kişand. Lewre Hesen ji bo pêl mayînên ku DAIŞ‘ê bi cih kirine neke, bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ma. Dema xwe gihand şervanan rondik ji çavên Hesen bariyan. Hesen diyar kir ku ji bo ew xwe bigihînin qadên bi ewle bi saetan ew tî û birçî meşîne.
‘Em êdî azad in’
Hesen gava xwe gihand şervanan ava ku şervanan dayê, bi serê xwe da kir û çarşefa reş ku DAIŞ‘ê li wan ferz kiribû ji xwe kir û avêt. Pişî çarşefa reş ji ser xwe avêt tevî cilên xwe yên rengîn got: “Êdî naxwazim çarşefa reş li xwe bikim. Ez vê tarîtiyê ji ser xwe divêjim. Me nedixwest em vê çarşefê li xwe bikin. Çeteyan li me ferz kiribû. Heger me bi ya wan nekiriba wê em bikuştina. Lê êdî em rizgar bûn. Em ji wê dojehê derketin. Azad in.”
NAZIM DAŞTAN/DÎHABER/REQA