Li Hepsa Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Ayten Beçet ji bo ku dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, dawî li jiyana xwe anî. Polîsan cenazeyê Ayten revand û nîvê şevê li Dîlokê defin kir. Di 17’ê Adarê de jî girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Hepsa Tîpa F ya Hejmar 2 ji bo tecrîdê şermezar bike dawî li jiyana xwe anîbû. Cenazeyê Zukuf jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû revandin û li Goristana Yenîkoy ya Amedê hatibû definkirin.

Doh jî girtiya azadiyê Zehra Saglam li hepsa Hepsa Tîpa T a Oltû çalakiya fedaî kir û şehîd bû.

Malbata Saglam ji bo cenazeyê keça xwe wergire berê xwe da Erziromê.

Li gorî agahiyan, cenazeyê Saglam li Tipa Edlî ye û malbat wê ji wir cenazeyê wergire. Saglam ji navçeya Mûşê Gimgimê ye. Gava nûçeya me dihat amadekirin

Di Newroza Stenbolê de ji van çalakgeran nameya Ayten Beçet li dûv xwe hiştî hat xwendin. Ayten got, “Cara yekê ye ku ez wiha xwe azad hîs dikim.”

Tevahiya nameya Ayten Beçetê wiha ye: “Di van rojan de ku ez ketim nava lêgerîna ka çawan ji pêvajoyê re bibim, Heval Zulkuf Gezen di 17’ê Adara 2019’an de, ji bo min nîşan da ku çi dibe bila bibe, li ser esasekî rast mirov dikare ji pêvajoyê re bibe bersiv, miroveke ku dixwaze azad bibe, dikare azad bibe û ji bo şikandina tecrîdê jî ti tişt nikare bibe asteng. Bi soza ku min dabû Rêbertiyê ez beşdarî vê hemlê bûm. Min di şexsê xwe de, gelê Kurd, gelê Botan û metropolan hîna bihêztir û zanetir beşdarî vê hemlê kir. Divê em xwe di şexsê Heval Zulkuf de pak bikin û ji bo şikandina tecrîdê hîna zêdetir dengê xwe bilind bikin. Ji bo pêngavekê, yekem car e xwe wisan azad hîs dikim. Ez di wê baweriyê de me ku bi mejî û ruhê xwe, bi coşa hevdîtina Rêbertiyê, bi jiyaneke bi rûmet a fermandar Heval Zulkuf Gezen weke mîras ji me re hiştî, em ê çembera berxwedanê mezin bikin û bibin bersiv ji pêvajoyê re.

 Bijî berxedana zindanan

 Bimire komplo û tecrîda navneteweyî

 Bi silav  û rêzên Şoreşgerî

 Ayten Beçet”

   

MA / STENBOL