Helbestvan û wênesaza ji Reqayê Jala Hamzawî, ku berî niha bi 20 rojan ji zilma DAIŞ‘ê reviya got, ”Tenê xeyaleke min heye. Dixwazim li ber Kûleya Saetê ya li navenda Reqayê rûnêm û wêneyekî saz bikim.” 

Hamzawî diyar kir, ew li benda rizgariya bajarê xwe ye, bi azadbûnê re ew ê li mala xwe vegere, eger mala wê hilweşiya be jî ew ê li şûna xaniyê xwe konekî vede û li wir bijî. Hamzawî anî ziman, li Reqayê çeteyên DAIŞ‘ê hewl didan wê bigirin, ji bo nekeve nava lepên wan, her rojê li malekê maye. Hamzawî anî ziman, şervanên jin, şêniyên Reqayê û civaka Ereb demokratîk dikin û destnîşan kir, ku ew berdêla her tiştî deyndarê şervanên jin in, ku ji bo azadiyê xwe dikin sîper.

Ji DAIŞ’ê reviya

Jalaa Hamzawî ji zarokatiya xwe ve bala wê li ser helbestan bû û ji hingî ve helbestan dinivîsîne. Pênc pirtûk nivîsand. Pirtûkên wê yên helbestan ên bi navê Limen, Esavir û Ya Ebi hatin weşandin. Du pirtûkên wê hê nehatine weşandin. Helbestvana ji Reqayê Jalaa Hamzawî, tevî nivîsandina helbestan, wêneyan jî saz dike. Hamzawî, der barê pêngava hêzên QSD’ê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de got, ”Dema ku bajarê me, kolanên me, malên me ji bin zilma DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin, gava ku azad bûn, em ê li axa xwe vegerin. Ez ê vegerim mala xwe. Mala me xera bû be jî, ez ê li şûna wê kon vedim û li cihê ku bîranînên min ên zarokatiyê lê ne, bijîm.”

‘Dixwazim wêneyê azadiyê xêz bikim’

Hamzawî diyar kir, dema ku çû bajarê xwe yê azad, ew ê li ber Kûleya Saetê ya li navenda bajêr rûnê, pişta xwe bispêre dîwarê wê û wêneyê azadiyê saz bike. Hamzawî li ser zext û zilma DAIŞ‘ê jî wiha got: ”Zilmeke mezin li me hate kirin. Lê niha dibînim, li pişt van êşên giran, azadî heye. Ji ber ku şervanên QSD’ê şev û roja xwe kirine yek, bedena xwe kirine sîper û hewl didin me û axa me rizgar bikin. Berdêlên gelekî giran didin.”

Hamwazî got, ‘Destpêkirina pêngava azadkirina Reqa ya ji hêla QSD’ê ve ez giriyandim’ û wiha dom kir: ”Ev pêngava pêngaveke wiha ye ku hêlên wê yên civakî, sosyal û kulturî hene û li dijî DAIŞ‘ê hêrseke mezin. Ji ber ku wan êşeke mezin da me. Ên ku di pêngavê de cih digirin zarokên ji herêma me ne. Her yek ji wan teqez êş ji destê DAIŞ‘ê dîtine.”

DAIŞ barbar e, komkuj e, talanker e. Kirinên ku ji hêla dinyayê ve terorîst têne dîtin dike û rêxistineke pir taloke ye û êşeke mezin dide mirovan. Ji bo vê jî kê ew kiribin bela serê me bila Xwedê cezayê wan bide wan.”


SEYÎD EVRAN/ANF/REQA