Ji Fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr diyar kir ku dewleta Tirk û PDK li dijî Şengalê planan dikin û got, "Em Êzîdî, em ê li vir bin û kî bi ser me ve were em ê li dijî wan şer bikin." 

Feqîr bibîr xist, ku operasyona Mûsilê li ber qedandinê ye û got, "Di nava rojek-du rojan de dibe ku navenda bajarê Mûsilê bi temamî bê kontrolkirin. Lê belê piştî vê yekê, mijara 'wê çawa were birêvebirin' derdikeve holê."

Feqîr destnîşan kir ku divê li Mûsilê şêweyekî rêveberiyê hebe ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Sûnî, Şîa, Feylî, Êzîdî, Xiristiyan û her kesê din cihê xwe di nav de bigire. Feqîr got, "Pêwîst e her kesê koç kiriye, karibe vegere cih û warê xwe. Ji bo vê jî divê şert û merc bên afirandin. Li gel vê yekê, divê kesên ku Mûsil radestî DAIŞ'ê kirin û bûn sedem ku gelên li herêmê êşên giran bikişînin, ji nû ve weke rêveber li vî bajarî neyên tayînkirin."

'PDK’ê nehişt ew gund bên rizgarkirin'

Feqîr bal kişand ser operasyonên Heşdî Şebî yên li başûrê Şengalê û wiha dewam kir: "Ji bo rizgarkirina van gundan, planek hebû. Dema ku operasyona Mûsilê dest pê kir, me jî li başûrê Şengalê li gelemperiya çiyayê Kolikê dest bi operasyonan kir. Gava destpêkê ya qonaxa yekemîn a operasyona Mûsilê, ev operasyonên me bûn. Lê belê siyaseta şaş, liv û tevgera ji bo desthilatdariya xwe, nedîtina rondik û êşên gel, li pêşiya rizgarkirina van gundan bû asteng. Me got, di çarçoveya planekê de em gundên Şengalê rizgar bikin. Lê bersiv ji vê re nehat dayîn. PDK'ê tenê li desthilatdariya xwe fikirî û bersiv neda. Di vir de PDK'ê got, 'Bila bi derengî be, lê ya min be'. Bi vî rengî fikirî. Li civaka Êzîdî nefikirî. Digot, 'Bila gel bimire, li koçberiyê bijî, perîşan bibe, lê di bin desthilatdariya min de be'. Herêmên îro hatine rizgarkirin, eger li gorî plansaziya PDK'ê bûya, belkî heta 30 salên din jî nehatibûna rizgarkirin. Her tişt li gorî siyaseta partiyekê, malbatekê, eşîrekê nameşe. Vaye Haşdî Şebî hat û ew gund kontrol kir. Niha PDK di ser çapemeniyê re dibêje 'em qebûl nakin'. Eger te qebûl nedikir, wê çaxê te yê rizgar bikira. Koalîsyona navneteweyî destek dida, em hêzên li vir me destek dida. Niha radibin dibêjin 'Heşdî Şebî çima hatiye vê derê?' Eger tu bisekinî, ew ê werin û derbas bibin."

Derdê PDK´ê YBŞ ye

Xerîb işaret bi êrîşa 3'ê Adarê ya çeteyên PDK'ê ya li Xanesorê li dijî wan kir û got, "Ew çete ne çeteyên PDK'ê jî bûn. Ew çeteyên Erdogan in. Ew çete ne ku beriya niha di komkujiya Şengalê de cih girtine. Ti niyeta PDK'ê ji bo rizgarkirina wan gundan tine bû. Tenê derdekî PDK'ê heye, ew jî em in."

Li ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê jî Feqîr got, "Dewleta Tirk li axa Kurdan bi cih dibe û êrîşî Kurdan dike. Lê belê hikumeta Başûrê Kurdistanê hê jî wan weke dost dibîne. Yekî dijminê xwişk-birayê te be, wê çawa bibe dostê te? Lazim e ji vê xefletê hişyar bin. Wê dijminatiyê li Rojava bikin, li Şengalê bikin, li Bakurê Kurdistanê bikin û piştre bibe dostê te! Pêwîst e gelê Kurd êdî rastiyê bibîne." 

ROJNEWS / ŞENGAL