Birêveberê Federasyona Komeleyên Êzdî FKE´ê Fikret Igrek di civîne axivî û got, ji bo naskirina Meclîsa Şengalê hewl didin û dosyayek dane Parlemantoya Ewrûpayê û 28 name şandine ji wezaratên derve yên dewletênYekîtiya Ewrûpayê re û wiha pê de çû: "Ji damezrandina Meclîsa Şengalê û vir ve Êzîdiyên li Ewrûpayê heta niha sê kongre li dar xistin, ev jî ya çaremîn e û pê destekê didin Meclîsê." Igrek diyar ku hevdîtan û tekîliyên wan bi saziyan re dê dewam bikin.
Piştî Igrek li ser navê KCD´ê Hozan Botan weha axivî: "Ezîdxan cîhan û warê bavariya bav û kalê me ye. Bila kes hesabên şaş neke, meclîsa li Sengalê hatiye îlankirin îradeya Êzîdxanê ye."
"Divê Êzidî li her derê birêxistin bibin"
Serokê FKE´yê Alî Atalan armanca civînê wiha îafade kir: "Bi vê civînê hem em dixwazin nêrîna gelê xwe hîn bibin û hem jî pêvajoyê nîqaş bikin. Di heman demê de daxwaza me ew e ku em li Saarlandê jî mecliseke Êzîdiyan ava bikin." Atalan damezrandina Meclîsa Şengalê weke gaveke dîrokî bi nav kir û wiha pê de çû: "Nexşerêya me çi ye? Divê di vê dema dîrokî de nexşerêya me hebe." Atalan Fermana qirkirina ermen û suryana jî bi bîr anî û got, fermana dagirkeran divê bibe wesîleya xwebirêxistinkirinê. Atalan diyar ku ew dixwazin 3´ê Tebaxa 2015´an bibe roja Şengalê. Bi semîner, xwepêşandan, çalakî û bi gelek şêwaz, rêbazan em ê vê rojê bi bîr bînin. Ne bi tenê gelê Kurd bi gelên tevahiya cîhanê em ê vê rojê bi bîr bînin."
Kongreya Êzidîyên Cîhanê
Li ser navê Çira TV´yê jî Haci Çelîk axivî û got" Îlankirina Meclîsa Şengalê ne veqatandina jî axa Kurdistanê ye. Ti kes nikare me jî Kurdistanê qut bike." Haci Çelîk mizginiya kirina navêndê da Êzîdiyan û piştgirî jî gel xwest, der barê navênda Êzîdiyan de û ev agahiya dan "Navênda me kirriye cihekî pir mezin e. Hem jî bo bawerî û FKE, hem jî ji bo Çira TV , Jin , Ciwan jî em ê vî cihî bi kar bînin." Celik der heqa Kongreya Êzidîyên cîhanê de jî agahî dan û got: "Siberojê, em ê kongreyeke tevahiya Êzîdiyên cîhanê li dar bixin."
Xanê Egal jî li ser navê Meclîsa Jinên Êzîdî axivî û got: "Di rastiya Şengalê de me tiştek dît. Namûs ne girêdayî jinê ye. Namûsa me Azadiya me ye. Firotina Jinên Êzîdî divê ji bo me bibe ders. Divê em li dijî her şêwazê firotina jinê derkevin. Em ne wekî DAIŞ´ê jinên xwe bifroşin."
Meclîsa Saarland a Êzîdiyan hat avakirin
Civînê piştre bi nîqaşa beşdaran dewam kir. Piştî axaftin û nîqaşan pewîstiya Meclîsa Êzidîyên Saarlandî derket holê. Biryara avakirina Meclîsa Êzidîyên Saarland hat dayîn û hîn delege hatin pêşniyarkirin ji bo amedekirina Kongreya Êzidîyên cîhanê. Meclîs bi pejirandina endaman hat avakirin.
ÎBRAHÎM BULAK/SAARBRUCKEN