Di çarçoveya Cejn û zîyaretahe cîyên Êzîdî ku li Laleş her sal ji alîyên hezaran kesî ve di hat ziyaretkirin îsal ji ber rewşa ewlekarîvê tenê ziyaret bên kirin. Ziyareta Lalêş ku her sal ji alîyê bi hezaran Êzîdiyên Kurd ve di hat ziyaretkirin ji ber teqemeniya 29’ê Îlonê li Hewlerê pêk hatibû îsal merasîma olî ne hat sazkirin. Ligel ku ewlekarîya zêdejî hatibû girtin roja destpêkê bi sedan Êzîdîyen ji Kurdistan, Ewropa û Ermenîstanê hatibun li Laleş kombûn û cihên pîroz ziyaret kirin. Cejn di roja duyemîn de jî wekî roja dest pêkê ziyaret berdewam dikin.

Li ser cejna Êzîdîyan û li ser sedema ku isal pîrozbahiyên olî pek nehatin Bavê Çavîş weha got “ Îro roja peşîya Cema (hac)’êye. Ev Cema îsal ji ber rewşa ewlekarîye me nekir. Ji ber li herema Kurdistanê hin teqîn rû da ji ber hin bûyerê din çênebin me îsal cema çê nekir. Em eyda êzîdaya tewahî pîroz dikin. Em hevî dikin ku Laleşa nuranî xweşiye ji vê dinyayê re bînê û rahme xwa bide vê erdî. Vê nexweşî û vê zilme ji ser Kurda û hemû netewa rakê.”
Êzîdîyên ku roja destpêkê perestgeha Laleş ziyaret kirin ji ber betalkirina merasîmê olî xemgînîya xwe anîn ziman û gotin; “ Rixmê çênekirina merasîma olî jî emê her heft rojan li perestgeha Laleş bîmînin.” Roja destpêkê bi sedan jin zarok kal û ciwanên ku perestgeha Lalêş ziyaret kirin de kesen ku jî Ewropa, Bakurê Kurdistan û Ermenîstanê jî hebûn. Kesên ku cara yekemîn hatin perestgeha Laleş şehnazî û dilxweşîya xwe anîn ziman û cihên olî wekî Pira salatê, Ava zemzem, Xirkeyê Şex Bekir, Suka marîfetê, Darên ezarê, Kanîya Spî, Stûna miraza, odeya Şehîda û Kevirê meleke tawis ziyaret kirin. Cejn û zîyareta Êzîdîyan ku her sal li Laleş tê pîrozkirin û bi hezaran kes heftrojan li perestgehê dimînîn îsal ji ber rewşa ewlekariyê bêyî merasima olî jî diroja duyemîn de ji alîyê bi sedan kesî vehat ziyaretkirin û çav li rêye ku di rojên pêşiya me de zîyaretkirina oldarên Êzîdi û ziyaretên din berdewam bikê.

DÎHA/HEWLÊR




KCD’ê Cejna Laleşê pîroz kir
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi peyamekê Cejna Laleşê ya civata Êzîdiyan pîroz kir. KCD’ê got, “Heca Laleş, nîşaneya yekitiya gelê me yê Êzîdî yê li çar aliyê cîhanê belav bûye.”
Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD’ê bi wesîleya Cejna Laleşê ya Kurdên Êzîdî daxuyaniye da û got, “Hec û Cejna Laleş di heman demê de cejneke ku gelê me yê Êzîdî daxwaziyên xwe yên jiyana aştî û biratyê ya bi gel û baweriyên cîran re nîşan dide ye.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Cejn, rojên li hev hatin, hembêzkirin, xwişk û birabûn, hezkirin, hurmet û xweşbîniyê ne. Hesreta mirovahiyê ya jiyaneke wekhev, azad û bi hev re, têkoşîneke hevpar ferz dike. Em Hec û Cejna Cameya Laleş di serî de li gelê xwe yê Êzîdî li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin.”
Cejna Laleşê ku ji bo Êzîdiyan ziyaret pîroz a hecê ye û her sal di navbera 6’ê Îlon û 12’ê Cotmehê de tê lidarxistin, her sal bi beşdariya gelek Êzîdiyên ji deverên cuda yên cîhanê pêk tê. Di vê cejnê de Êzîdî bi pîxwas li Laleşa Nûranî îbadeta xwe dikin.

AMED