Şengaliyê bi navê Îdo Seydo Hisên ê 65 salî, ji kampa Çemişko ya Zaxoyê hat û tevlî refên YBŞ‘ê bû. Hisên tevî emrê xwe yê dirêj jî, ji bo li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike çû eniya herî pêş a Şengalê. Îdo Seydo Hisên got, “YBŞ çavkaniya moral û baweriyê ya Êzîdiyan e. Eger mirovekî di emrê min de hatine û tevlî bûbe, divê hemû Êzîdî bê şik û guman bên tevlî bibin û li dijî terorîstên DAIŞ’ê şer bikin.”

Îdo Seydo Hisên ê 65 salî, beriya fermana 73’an ji ber ku li xaka lê ji dayik bû kar nedît, ji bo debara xwe bike li çiyayên derdora Zaxoyê şivantî dikir. Hisên bi van gotinan nêzîkatiya Başûrê Kurdistanê ya li Êzîdiyatiyê anî ziman; “Li Başûrê Kurdistanê bajarên Duhok, Zaxo, Hewlêr û bajarên din, kesî kar nedida Êzîdiyan. Ji ber baweriya me her tim em ji xwe nedidîtin û bi çavê heram li me dinêhirîn.”

Hisên da xuyakirin ku qirkirin û komkujiya rû da, encameke vê yekê ye û got, “Nêzîkatiya li hemû Êzîdiyan bi vî rengî bû. Dagirkirina Şengalê jî bi vî rengî ye. Eger Êzîdî weke însanan bihatina dîtin, bi sed hezaran mirovên li Şengal û derdora wê, di nava lepên DAIŞ’ê de nedihatin hiştin.”

Îdo Seydo Hisên anî ziman ku di rojên fermana 73’an de ew li çiyayên derdora Zaxoyê şivan bû û bi awayekî rasthatî ji fermanê rizgar bûye û got, “Lê belê birayê min û malbata birayê min bi qasî min xwedî şens nebûn.” Hisên diyar kir ku birayê wî hatiye qetilkirin, hevser û du birazên wî ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatine revandin û got, “Birayê min ê li Şengalê birin û qetil kirin. Hevser û du birazên min ên biçûk birin û revandin. Niha hemû di destê DAIŞ‘ê de ne, em nizanin li ku ne.”

Îdo Seydo Hisên ji kampa ji konan a Çemişok a Zaxoyê, ku ji bo Êzîdiyên ji fermana 73’an reviyan hat çêkirin derket, hat çiyayê Şengalê û tevlî YBŞ‘ê bû. Di nava YBŞ‘ê de ji ber ku hevalên wî navê Bapîr lê kirine, wî jî ev nav qebûl kiriye û weke nasnavê xwe bikar tîne.


‘Emê faşîstên DAIŞ’ê bifetisînin’

Îdo Seydo Hisên tevî ku 65 salî ye jî, hînê dîmanîk e û mîna ciwanên 18 salî rahişt çeka xwe û berê xwe da eniya herî pêş a şer. Hisên baweriya xwe ya ji bo têkbirina çeteyan bi van gotinan anî ziman: “Cih û warê min Şengal e, em ê faşîstên DAIŞ’ê li Şengalê bifetisînin.”

Hisên anî ziman ku ji bo hilanîna tola bi hezaran Êzîdiyên ji aliyê DAIŞ‘ê hatin qetilkirin û revandin ew tevlî YBŞ’ê bûye û got, “Bang li ciwanên Êzîdî dikim ku bên Şengalê azad bikin.”

Hisên got, “Êzîdîxan yanî xaka me ya pîroz ancax bi YBŞ’ê azad bibe” û destnîşan kir ku YBŞ ji bo Êzîdiyan çavkaniya moralê ye. Hisên axaftina xwe wiha dewam kir: “YBŞ ji bo Êzîdiyan çavkaniya moral û baweriyê ye. Eger mirovekî di emrê min de hatine û tevlî bûbe, divê hemû Êzîdî bê şik û guman bên tevlî bibin û li dijî terorîstên DAIŞ’ê şer bikin. 

Divê hemû ciwanên Êzîdî bi alîkariya Tawizê Melek û Xwedê bên tevlî YBŞ‘ê bibin. Pêwîste ciwanên me yên li kampan dimînin hinekî li ber xwe bidin, kes ji bo wan Şengalê azad nade û malbatên wan ên hatine revandin teslîmî wan nake. Divê ew bi xwe di destpêkê de li ber xwe bidin, ji bo azadiya Şengalê û zarokên me yên hatine revandin gavê biavêjin. Bila werin tevlî YBŞ’ê bibin.”


‘YBŞ wê Êzdîxanê azad bike’

Îdo Seydo Hisên herî dawî ragihand ku gerîla û hêzên YPG’ê, di dema fermana 73’an de Êzîdî parastin, nehiştin ferman mezin bibe û got, “Hêza ku di fermana 73’an de li gel zor û zehmetiyan bi sed hezaran Êzîdî parast, nehişt ji nêza bimirin gerîla û YPG’yî bûn. Bila Tawizê Melek û Xwedê wan biparêze. Ji ber vê yekê Êzîdî dizanin ew ê ji kê bawer bikin û pişta xwe bispêrin kê. Hemû Êzîdiyên ji baweriya Êzîdiyatiyê dûr neketine û xwedî wijdan, vê rastiyê dizane. Ji ber vê yekê yekane hêza Şengalê azad bike ev hêz e. Lewma banga min li hemû ciwanan e; bila werin ji bo azadiya Şengalê, Êzîdiyan û Êzîdîxanê têbikoş in.”


BOTAN GULAN/MAHSÛN ŞERÎF / ANF/ŞENGAL