Civata Êzidiyan a li Ewropayê dijîn, bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an re, ji bo vegera li welat ket nava tevgerê. Der heqê mijarê de berdevkê heyeta "Vegera li Welat" a gundê Kûscûkûrû Nedîm Erkîş ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku ji bo wan a girîng garantiya ewlekariyê ye.
Fikarên wan hene
Erkîş da xuyakirin ku Êzîdî ev demeke dirêje ji bo vegerê di nava hewldanan de ne û piştî sala 2000 gelek malbat vegeriyane gundên xwe û diyar kir ku ji ber hin pêkanînên neyînî û êrîşan, veger lawaz bûye.
Erkîş der barê mijarê de ev nirxandin kir: "Di dema vegerê de ji ber neyîniyan, koçberiya vegerê lawaz bû. Lê belê piştî ku Tirkiyê hin garantî da Yekitiya Ewropayê, veger ji nû ve ket rojevê. Dîsa Şaredariyên Êlih, Qûbîn, Sûr, Wêranşar çûn serdana Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKE) û malên Êzidiyan û piştî ku hin bawerî da wan, ji bo vegerê rewşeke erênî afirî. Her weha hin soz hatin dayîn ku cihên Êzidiyan ên hatine xerakirin, ji nû ve bê çêkirin. Dîsa Konferansa Navnetewî ya KCD'ê ji bo Êzidiyan organîze kir, moral û cesareteke mezin da. Ji bo motîvasyona vegerê, hin komîte û meclîs hatin avakirin. Pêwendiyeke erênî ya çapemeniyê heye. Lê dîsa jî ev hemû pêşhikmên li hemberî Êzidiyan û pirsgirêkan çareser nakin."
Erkîş da xuyakirin ku li gel şert û mercên neyînî jî Êzîdî xwe ji bo vegerê birêxistin dike û got, "Mînak; li navçeya Midyadê ji bo ji nû ve çêkirina gundê Bacimê yê hatiye xerakirin, hewldanên huqûqî hatin kirin. Lê mînak, li Wêranşarê êrîşên li dijî Êzidiyan dewam dikin. Tê xwestin li gundê Baxçeçîk ê Êzîdî lê dijîn, mizgeft were çêkirin. Gundên Bişêriyê hînê di bin dagirkeriyê de ne. Ev yek rê li ber rewşeke negatîf vedike."
CELLE