Civaka Êzîdî, piştî fermana 73’an a li wan rabû û bû sedem ku bi hezaran Êzîdî bên kuştin, revandin, firotin û bi sed hezaran koçber bibin, biryar dan xwe bi rêxistn bike. Ji bo ku civaka Êzîdî pirsgirêkên xwe çareser bike û destê alikariyê dirêjî belengazan bike dest bi avakirina komînan kir. Heta niha 4 komîn hatine ava kirin. Her komînek ji 3 kesan pêk tê.  

Birînên xwe dikevînin

Endamê yek ji van komînan Îdo Xidir armanc û sedema avakirina komînan vegot: “Ji bo ku em birînên xwe bi xwe derman bikin, pirsgirêkên xwe çareser bikin, hewcedarî kesekî derve nebin, me biryar da komînan ava bikin. Bi rêya van komînan em ê karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Îdo da xuyakirin, ku weke gava yekemîn wan ev tişt kirine: “Ji bo ew kesên belengaz xizan û mirovên wan wefat dikin, derfetên wan nînin ji bo miriyê xwe goristanê çêbikin, me di nava gel de pere kom kir û bi wan pereyan me xîz, çîmento, hesin û bîlok kirîn. Em bang li kesên Êzîdî yên ku derfetên wan nînin em wekî komînên gundê Zoreva deriyê me ji bo her kesek muhtac vekiriye, dikarin serî li komînên me bidin.”


ŞENGAL / RIZGAR DENÎZ